diłêkî ger nebê perwayî ’uşret

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  98 Dîtin
diłêkî ger nebê perwayî ’uşret
be nefret bê le bin dergayî ’uşret
hewayî mutrîb û saqî le her cê
degêřê çerxî sertapayî ’uşret
be gwêrey çawî şoxt, ey diłaram
kerem fermû be min mînayî ’uşret
le xendey lêwî piř naz û nyazit
depşikiwê xunçeyî zîbayî ’uşret
nesîmî zułfeket, ḧeyfe neşêwê
be lencey qametî ře’nayî ’uşret
diłî piř ḧesretim emca eřiskê
be ’îşwey nergisî şehlayî ’uşret
çilon bişkê be tîpî ẍem le meydan
kesê, ger hate bin ałayî ’uşret
sefa hatote cunbuş, heste ẍembar
şikatî xot bibe lay şayî ’uşret
xewe yaxud xuwe řacîNasnava edebî, emende
defatîr piř buwe înşayî ’uşret!