dił ḧazre lem dergeye bîdem be beşaret

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  111 Dîtin
dił ḧazre lem dergeye bîdem be beşaret
nek çawî bełek neqşî nekêşê be îşaret
lewsawe lenaw řewzeyî ḧusinit terebim bû
řoyî ser û mał û dił û dînim be tîcaret
takey hewesî gułşen û awatî wîsałit?
ey xaneheres, heste lenaw tozî fetaret
destî deşkê, ew kese çawî le tełeb ka
beẍda nîye her cêge bibînî be înaret
qewmî ḧebeş û turk û ’ereb, dest û du’atin
ey kurdî giran, fermû, eger meylte ẍaret
neqdêke, le destî çuwe qařûnî bełakêş
megre le serim, tînet û kerpûçî ḧeqaret
çawî le umêdî keremî to nîye, řacîNasnava edebî!
em sendele nûsrawe le dîwanî wezaret