ey şahî minî xeste le dunya û qyamet

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  144 Dîtin
ey şahî minî xeste le dunya û qyamet
yekçawe temaşa bike, yek ’îşwe be qamet
her ’îşqî etom cêy tełebe û gewherî merẍûb
sandûme le dujmin be tema, bac û ẍeramet
lem dawî şewî hîcretî to, bê desełatim
xot fermû, heta çare ekey derd û seqamet
bo wesłî cemałit, diłekem manî’î dîne
derçûn nîye, lem manî’î cem’e be selamet
çi bikem, ke gułistanî cemałit edrewşê
min bendî tełey afet û cewrim, be melamet
wêrane hemû xaneyî ’umirim be nyazî
sed weyl, ke bê meyle legeł murẍî keramet
lem qafîle efkareye, řacîNasnava edebî bike yadim
lem ẍurbeteda, lê mede to morî îqamet