hoş û dił û awat û jyanim buwe negbet

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  106 Dîtin
hoş û dił û awat û jyanim buwe negbet
řenge negeme baweşî ew sergułe qet qet
kewtûme tem û matemî dûrî, be temaşim
bîgirim, bigezim, řaybiguşim, bîxeme ser xet
tirsim heye, perçem be seba hełbibziřkê
ya hełbiwerê mîweyî akamî le řûmet
ew, zînetî baxat û guł û gya û direxte
katê ke be lêw dê be bize û, lence be qamet
ger tîrî mujey xiste biroy małî kewanî
sîng û cigerin, debne nîşaney hemû afet
bew nîwe temaşaye, ke eykey be dizî xełk
’aşiq egeyênî be hemû paye û dewłet
qurban û bełagêřî gilêne û nezerit, dił
bîbeste be lagîrewe, lagîrî xirînget
ta lew mile etlêtewe, bew tase etasê
ew kate le dûlawe, be qij bîxere jêr pet
bêje emeye qoçî fîda û ḧeccî qibûłim
bo xełkî meke, bîke le kabe be zyafet
ew ’îşwe û nazane ke enwênî le řûda
bo birdinî gyan û diłe, kirdûte be ’adet
jîkoNasnava edebî, be to peywende, eger bîxeye pêwend
arame le çawî řeş û azade le xendet!