ẍem û xoşî dezanî çone? her em dêt û ew eřwa

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  134 Dîtin
ẍem û xoşî dezanî çone? her em dêt û ew eřwa
bełê dewrî zemane, laẍir emrêt û qełew eřwa
demaẍî min be daym piř le bîr û şořşî yare
ke satê bê ewî nabim, cehennem dêt û xew eřwa
be ’eksî dehre tebyatî, be egrîce û řûxî saqî
be ḧukmî destî qudret, da’îma řoj dêt û şew eřwa
denî teb’in ewaney wa xerqebarin bo řyabazî
wekû dawî wîsałî yare, bum egrêt û kew eřwa
’eceb mawim ke diłber ’adetî xoy waye, ya qeste
be ahengî ḧudî naya, be weḧşî lacełew eřwa!
gelê emřo le yarim ’aczim, boçî? ke nazanê
ser û małim le min tałanîye, emma le ew eřwa
emin baweř be řacîNasnava edebî ger bikem, her heqme, ya neykem
ke yarî qadîre emma, leser gifit û şinew eřwa