kêşawîye hełmasî bijangî be dû lada

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  116 Dîtin
kêşawîye hełmasî bijangî be dû lada
muşkî xutenî dawe be dem biłqeyî awa
xwênawî dił û sînemî gêřawe be xałî
keştîy xetî berdawete naw gêjenî řawa
kurdêke, çi merdane enoşê diłî bade
kirdûye hezaran serî pejmurde be dawa
birjawe henawim, be henasey serî zułfan
sed daxî be carêkî çizandim be henawa
ey kurde! gelê zar û şipirzem le wiłatan
bimhênewe ber sêberî perçem le hetawa
nemzanî, çilon geywe berî tałî humêdim?
kurdane, heway şîrnî pêda le nikawa
lem xake be hîwa egezim lêwî wiłatim
her kun bigemê, gurcî ekem destî benawa
gum bûm le kesukar û hewa û bezim û geyştin
řaber nîye emcare, derimbênê le kawa
řacîNasnava edebî, be tema kurdî qelender mebe tuxwa
ser şarî temay bigirin û şey ken be gijawaHisaba Ebcedê: 1946