bo pêgeyînî mirdim û çendim be tema ka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  135 Dîtin
bo pêgeyînî mirdim û çendim be tema ka
em bêçuwe nakame û dernaye le daka
řojî hemû kes kewte sema û, tafî biłind bû
estêreyî bextî mine, hełnaye le maka
çawim, ke be xwên gułgułî esrîn epjênê
piř xende, dû çawe řeşeket ba temeşa ka
wa dukełî ahim, ser û řû û gerdenî poşî
lêwit çi debê řeḧme tinokêkî řewa ka?
dił, seyrî, wekû mencełî ser agire dekułê
xwên bû be hewa, wexte diłîş ser le hewa ka
destim neşkê, bîgirme êxet berî nada
mêşkim neteqê, her debê mîşkî to be ba ka
axawtin û derkirdinî to, her yeke bo min
yekdił eweye, bo serukarî teqela ka
gyane were lam, çunke etoş kurdî wekû min
asan nîye diłber diłî diłber bereła ka
gujałkeye dûrît û, le her lawe mijîwme
lêwit çi debê, derdî dijî řacîNasnava edebî dewa ka?!