kesêk bo nîştiman, dił mubtela ka

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  137 Dîtin
kesêk bo nîştiman, dił mubtela ka
debê xoy tûşî sozî kareba ka
xerîkî merg û jîn bê, ta henasey
teř û wişkî, le gyanî merḧeba ka
terazû bê hemû kar û mirazî
tirazawî hemû çesp û teba ka
tebayî ka legeł hoz û ’eşîret
birînî bêkesî û şoxî dewa ka
fiř û fêłî ḧesûdanî lenaw ba
girîngî xak û hozî piř beha ka
le komeł, çewt û çwêřî hîç nehêłê
dił û çaw yekdigîr û bê xeta ka
le naw her komełêk bijya be jîrî
hemû qewmê le řûy ḧemd û sena ka
be hîwa, baxî serberzî binêjê
be şadîy, hełgirê bêçû be daka
le řûy xorak û bonxoşî û gemanî
guł û sêw û serwî neş’unma ka
le goşey pasewanîda bisûřê
leser textî şehî, gyanî řeha ka
le deryay koşşîda ta nexnikê
çilon yaqut û gewher aşkira ka?!
eger bêhêze xorgey serd û germî
le qawey hêl û, darçînî le ça ka
eger gîrawe çawgey naw henawî
demê seyranî sara û hewa ka
eger peřpûte nûsrawî demaẍî
be şîraz û cizûbendî řewa ka
quř û qewzey eger têdaye awî
derî da, ta jyan biřjê le paka
eger řêgay çiř û piř çiqił û çałe
be das û xakenasî małewa ka
eger bê aqłe û, mindał û nafam
milî bigrê melay çak û, eha ka
leser zê, ger meley hat û nezanî
ceřabêkî be gurcî piř le ba ka
be «tîrupşike» řazî bê le beşda
biłê ba xoy û bextî aşna ka
eger pêwîste bijya her le xoşî
biłê komeł bika û, piştî le şa ka
eřûxê giştî bunyad û nîhadî
eger satê le yaran xoy cya ka
eger bîstî, qisey bîstî wekû min
ebê řacîNasnava edebî bijî û, seyrî xwa ka!