meşqî çîye perwane, legeł şewqî çirada

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  165 Dîtin
meşqî çîye perwane, legeł şewqî çirada
eşqî çi řuwe dêt û deçê, gyan be fena da?!
dû zułfî řeşî, şu’le firoşin wekû kułmey
řojî řeşî bedbextîye, daxî be sema da
hawarî mujey, hoş û dił û dîn ke ekêşê
goşey hunerî çawe, hezar êşî pena da
katêkî nebû wernegrê çawî, diłî xełk
ẍemzêkî ke bada, ciger û mêşkî be bada
namûsî hemû ’alemî kêşawete çawî
hełnaye, giranbare, le şerim û le ḧeyada
barî dił û, serbarî cigermî, xem û xwên kird
qazancî çi bû, zułfî ke dû barî be ta da?!
xałî meḧekî soze, kewa lew řuwe çespa
her zêřî ekêşaw û, kişawe be duwada
biřwane gilêney, ke ewestê be hemû řû
zanaw û nezanî, wekû yek dił be xwa da
baqêkî wenewşe û guł û sunbul, be sema xist
sebir û huner û hoşî, be sewdayî lîqa da
řizgarî çi bin, mest û bexojîw û giriftar?
katê, ke xeley xał û xetî ber řeşeba da
jîkoNasnava edebî, çi herayêke le şwên agirî dîdar!
ya meḧkemeyî řojî dwat hat be duwada?!