xak û hewayekey weten, herwekû ser çû be heba

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  188 Dîtin
xak û hewayekey weten, herwekû ser çû be heba
kewtewe baweşî řeqîb, herwekû qawit û řeşeba
ezanî çone ḧałî dił, legeł gułî demî weten?
řaste epşikûn be xuda, em be sebo, ew be seba
hozî besozî kurdî min, demêke ser be zamewen
bo des û baweşî weten, bêcge tema, çi şik deba?!
wexte bixinkê bê hewa, henawî bê şehîqe wa
xwênawî pîs û pakjî, daney sipîşî la eba
sipił û zigit çi hatuwe, le xane hênde danîşî?!
geřîde çende çapukin! têtwe epêçin le ’eba
toy wekû pûş û ka le şew, kurdî perêşanî weten
dujmine kêşay temenit, çawî xişande kareba
êste xerîkî çî biłêy, lem hemû aw û agire?!
wa piře çawit le nem û, hatuwe lûtit be leba
bêkesî wek ême weten, xoşî le tebyatî kesê
bêtu bikołê cigerit, herwekû mîkirob le teba
bo diłî řûnakî çemen, neẍmeme řacîNasnava edebî, hate coş
le mêşkî xo de’axnin bîrî behêzim, udeba!