deng

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  591 Dîtin
çend keřetê gwêm le şirîteket řagirt
lêm dayewe û gêřamewe û lêm dayewe
êste bîstinim piřêtî: le ziřey řeng
gwêçkekanim bûn be masîy awaz û deng
wextê kitêb ekemewe
ḧerf ebê be zengołe û
wişe ebê be colane û
řisteyş ebê be pûre heng
çend keřetê gwêm le şirîteket řagirt
lêm dayewe û gêřamewe û lêm dayewe
êste kentor ekemewe:
xanekanî piř bûn le goranîy sipî.
çekmecekan ekemewe piř bûn le cirîwey ał û
le qaspe qaspî narincî
şirîteket ewendem lêdawetewe û
ewendem lêdawetewe:
êste dengit le jûrekemda řwawe.
êste dengit buwe be bonî gułdan û
êste dengit buwe be baranî tabloy dîwareke û
êste dengit têkełî řengî kirasme û
êste dengit legeł gełay boynbaxda ebestim û
legeł qawe têkî edem, eyxomewe û
legeł řojname û govarda eyxiwênmewe û
êste dengit le bazney dûkełî cigeremdaye û
êste dengit buwe be şeqamî pyasey êwaranim û
legeł destima eyxeme naw gîrfanmewe û
êste dengit: temaşame!