jwan

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  505 Dîtin
xew der ekeme derewe bo ber serma!
laşîpanî dergaket bo etrazênim
ta wek sirwe bebê xişpe
bêyte jûrê!
çend se’ate, fenerêkim û
leser bałî sîmfonîyek efiřim.
betematim, ezanim dêyt
se’at çon eřwa ba biřwa
wextê temaşay yek ekeyn
kamman seyrî se’at ekeyn?
ke pêk egeyn
kamman gwê egrîn le qisey řûnakî ya xud tarîkî?
çend se’ate, şepolêkim û
leser bałî sîmfonîyek efiřim
betematim, ezanim dêyt!