hemîşe pirsyar
Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
486 Dîtin
dîsanewe lêm epirsî:
hemû řojê to bem qapûte řeşewe
ełêy şewêkî kerkûkî û řawnirawî, eçî bo kwê!?
eçim bo lay ’eşqê sipî
ke le tînwêtîy ewêda êste eřoy
dîsanewe lêm epirsî:
ey bem milpêçe zerdewe ke her ełêy
gułebeřojey seqzî, eçî bo kwê!?
eçim bo lay ’eşqêkî sewz
ke êstake lewê legeł řoḧma edwê
dîsanewe her epirsî:
ey bem kirase şînewe
ke her ełêy gomî wane, eçî bo kwê?
eçim bo lay ’eşqêkî sûr
ke êstake lewê xwênme û
coge coge wa giř egrê!
hemû řojê to bem qapûte řeşewe
ełêy şewêkî kerkûkî û řawnirawî, eçî bo kwê!?
eçim bo lay ’eşqê sipî
ke le tînwêtîy ewêda êste eřoy
dîsanewe lêm epirsî:
ey bem milpêçe zerdewe ke her ełêy
gułebeřojey seqzî, eçî bo kwê!?
eçim bo lay ’eşqêkî sewz
ke êstake lewê legeł řoḧma edwê
dîsanewe her epirsî:
ey bem kirase şînewe
ke her ełêy gomî wane, eçî bo kwê?
eçim bo lay ’eşqêkî sûr
ke êstake lewê xwênme û
coge coge wa giř egrê!