şewane dîdar

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  534 Dîtin
ledway hemû dîdarêkî min û bade
le kenarî xewêkî pîrozeyîda řa’ewestim
keştîye serxoşekey «řambo» egate lam
be naw řûbarêkî mesta emba:
serim ebê be pełehewr
şî’irim piř ebê le baran
pencekanim be bałinde û
leşim ebê be daristan
ledway hemû dîdarêkî min û bade! be řêy «ba»da
be dûqołî legeł tenyayîda eřoyn, eřoyn, ta egeyne pardekanî ew dîw jyan
serêk edeyn le «mirdin» û
çend pirsyarê ekeyn le xwa û
dû nihênîy edzîn û
çend xemêk cê ehêłîn û
dîsanewe eçînewe ser řêgey «ba».
ledway hemû dîdarêkî min û bade
bo sibeynê, lenaw jûrêkî nexoşda
butłêkî kokekokker û
perdaxêkî bêtaqet û
hendê le twêkłe xeyał û
qesîdeyekî natewaw becê dêłim!