çwarde porterêtî şî’rî

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 4 Xulek  814 Dîtin
1- xanî
řabin! şaxêkî şî’ir hat.
şaxê ke xwa asoyetî û kurd binarî.
řabin! serçawey dîcle hat
’eşqinamey em wiłate û
pêẍemberî «mem û zîn» hat!
2- wefayî
pepûsłêmankeyekî řojhełatî goranîm û
taqtaqkerey ser dirextî małî «şîrîn»
hemû carê «şîrîn» leser banîjewe
teşî eřist
keçî «wefayîKes» le xwarê
şî ebowe û ebuwe xurî!
3- mewlewî
diłope nûrî tewêłî «hewramanCih» û
dařjanî mirwarî naw zimanekem,
wextêk birûskey xeyał û
hewrî wêne le yek eden,
le xełwetêkî neqşîda
awête bûn legeł xwada û
lem layşewe ledaykibûnewey siruştî tir.
řîşê qozaxe bo kirmî awrîşmîn û serê gułdan bo çinûr û firmêske zîwînî çawîş
bo koçekey «’enber xatûn»
4- ḧacî qadir koyî
hełoyekî «heybet sułtan»
çirayekî be gerdinya hełwasîwe û
be şewezengida egeřê.
piłingêk zengêkî pêye û
le tarîkîda lêy edat.
befrê serî xoy hełdegrê û
lenaw byabanda emrê!
5- pîremêrd
em «goyje»ye?! yaxud «goyje» pîremêrde?!
em şatuwe pend egrêt û
em beřuwe qisey nesteq.
em beřuwe bo yekem car
kiławî xoy kirde serî «mameyare»û
bo yekem car pelupoy xoy
fiřêdaye naw agirekey cejnî newroz.
em beřuwe, her le liq û pelî cestey textey ḧerfî da’etaşî û
eydaye dest kanîyekanî
«jyanewe» û «jîn»y dwařoj!
em şîneşahoye ’umre
heta êsteyş
le asmanî zimanêkî şînda efřê û
le newrozîşda agire!
6- qanî’
ew mêwjey
ke gundêkî şî’ir nema
lêy nexwat û
keçî xoyşî
be demî tał
maławayî le mêwij û
le ême kird!
7- ’ela’eddîn secadî
le qutîlkey mizgewtewe
serî cuqa û hate derê.
ke gewre bû, bû be «şaho» û
bû be çiray mangeşewê.
yekem kesê be tirîfe
mêjûy deryaçey nûsîyewe û
bełam dwayî le bestênda bû be temê!
8- ’ebdulwaḧîd nûrî
kełeşêrêk
řojgarêkî xewlêkewtû
defterî singêkî zamdar
kełeşêr bangî nwê eda
mêjûyek le xew hestênê
bełam mêjû hełne’esa û
heta dwacar
em deftere barîkele û
em fenerî sidareye
lenaw xwênî xwêda xinka!
9- diłdar
ew şemałey lenaw «xendey bayî»yewe
le birînî gułêkewe
hêwaş hêwaş hełîkird û
hetakû bû be bahozî sirûdêk û
bałay bahoz giřî girt û
be givegiv çuwe sîney
şax be şax û
çuwe gyanî bax be bax û
çuwe hemû małêkewe!
10- hêmin
eger bêt û qapî bade û
legeł bîst sî qul cigere û
legeł dîwanekey «ḧafizKes»
leser gořî û le jûr seryewe dabnên!
eger bêt û «xec» yan «sitê»
kiçebêrê û perîxanê
dû sê carê bangî biken
lewaneye hestêtewe û
carêkî dî biçêtewe cêjwanî!
11- dîlan
«mang»êkî şîn,
hełbestêkî wenewşeyî,
çirîkeyek berew estêrekan efřî û
tenanet xiwayş le wextî bêtaqetîda
gwêy lê egirt!
12- muḧeřřem miḧemmed emîn
xoy qamîş û
bo çîrokîş kerîte bû
řenge carêk
le «seyranekey ezmiř»da
pêkenî bê
kurteçîrok le werzêkî řeşpoşda bû
birdyane berdem qulap û
bełam lewê
wek řoman mird!
13- miḧemmed mewlûd «mem»
wişeye leş bebar û
gyanêk wek hawînanî şeqławe û
befrî sefîn
pak û řûnak
dewarêkî hobey çîrok
le berdemî řeşebada
fware awrêkî ser qeła û
qisey fênk
«řêgay genim» wextê awing teřî eka
le berdemî mangeşewda
řojêkyan her ewendey «penca filsî»yek
birk û janê
lenaw henawya hełtoqî û
îtir ewsa be givegiv merg hat û
fiřanî wek gułestêrey bin binar û
gełay dem «ba»!
14- swarey êlxanîzade
kewêkî nwê
qaspey kon fiřê edat û
le řegezî
bawik salarîy mukiryan yaxî ebê û
çonî wîst awa exwênê!