mangeşew

Li pirtûka:
Naɫey Cudayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  5733 Dîtin
bełênî řageyandê řasparde
gutî: bot dête bin em parde, ẍar de
le cêjwanê lemêje çaweřêtim,
nehatî, kîjî cwanî hełbijarde!
tezûy germim be leşda dê, egerçî
tezandî şan û pîlim berdî parde
were ba řeng û řuxsarit bibînim
be min çî tîşkî dawê mangî çarde
giřî em řûmetey to germ û cwane
tirîfey mangeşew, cwanîş bê, sarde