nałey cudayî
Li pirtûka:
Naɫey Cudayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
9 Xulek
39467 Dîtin
Naley Cudayi
Bi denga: سمکۆ پاکزاد
saqîya! wa badewe, wa badewe
řû le lay min ke be camî badewe
muşterî wek min le meyxanê kemin
zorbeyan şad û bekeyf û bê xemin
mey ḧerame bo sehende û bê xeman
mestî bê xem bo çî bigirin êxeman?
em şerabe tałe dermanî xeme
lêy ḧeram bê ew kesey derdî keme
em şerabe ałe bo bê derd nîye
lêy ḧeram bê ew kesey řeng zerd nîye
bo kesêke mey: çizîlkî pêwe nê
bo çî milhuř lêre bînî pêwe nê?!
bo kesêke mey: ke derdî karîye
bê xemêk bîxwatewe, zordarîye
bo kesêke mey: diłî piř bê le dax
bo çî lêy bixiwatewe berze demax?!
ew kesey bê kes nîye û xane xerab
dek bejarî marî bê bade û şerab!
ew kesey neyçêştuwe derdî jyan,
ew kesey neydîwe êş û birk û jan,
ew kesey nekira nîşaney tîrî xem,
şanî danexza lebin barî sitem,
ew kesey hestî be zordarî nekird,
tîxî zordarî birîndarî nekird,
ew kesey destî le ewkê berdira,
ew kesey dujmin le małî derkira,
ew kesey neybînî hatî dujminî,
nîrî yexsîrîy le esto dařnî,
ew kesey hênde nebû zwîr û zigar,
wa nekewte ber çepokî řojgar,
ew kesey neyhařî berdaşî zeman
ew kesey «zîřey negeyye asman»
ew kesey dûrîy ’ezîzanî nedî,
tîr û taney bê temîzanî nedî,
tozî bedbextî leser şanî nenîşt,
lêy negîra dewrupişt û çwar tenîşt,
ew kesey xwardî û le bin sêber kewt
şew lebo keyfê le małê derkewt:
bo debê bêt û bika meyxane teng?!
şwênî dîke zore bo gałte û cefeng...
***
ew kuřey hêşta le jwanê řêy heye,
seyre, zor seyre ke alûdey meye.
ew kesey řawî nenên lêre û lewê,
ew kuřey maçî kiçanî des kewê,
ew kuřey doy dawetî destî denê,
bête êre, çone hey dêy nakenê!?
ew kesey «destî le memkan gîr bibê»
ew kesey «tifłî diłî bo jîr bibê»
ew kuřey kîjêk berew řûy pêkenê
ew kesey her sûke awřêkî denê
ew kesey pencołe bikuşê carubar,
ew kesey destî bigate gerdinî yar,
ew kesey řamûsê kułmî tasulûs,
ew kesey têy hełnedabê çarenûs,
ew kesey bimjê xunawey gerdenê,
kufre yek qetre şerabî ger denê...
***
ew kesey asûde û xoş řaybiward,
qet xemî yexsîr û koylanî nexward,
yek le małê çaweřêy bû bêtewe,
derkî nêwmałêkî lê bikirêtewe,
xemřewênêk gwê bidate řazî ew
nazenînêk bê bikêşê nazî ew,
bigrê pencey nerim û nołî naskê,
boy kirabête serînê, baskê,
heybê hêz û gurd û tîn û taw û guř,
řojgarî řeş nebê, bextî mikuř,
ew kese cêgay le meyxane nîye.
ew kese bade û şerabî bo çîye?!
***
saqîya, wa wergeřê, wa wergeřê!
řû le lay min ke, meço bo serpeřê...
lengerê bigre, mebe wa berzefiř
bêne bo min, bêne bo min, camî piř
mey ḧełałe bo minî wêranemał
bo minî sergeşte û řût û řecał
bo minî babirdełey girdenşîn
bo minî dił piř le nasor û birîn
bo minî aware û dûre weten
bilbilî bê beş le gułzar û çemen
peř werîwî, bał şikawî, deng biřaw
bê bijîwî, beş xurawî, derkiraw
pîrî zurhanî, keniftî, derbeder
dîde sûrî, dił mekoy derd û keser
datepîwî, bê pesîwî bê qerar
bê kesî, deste şikawî, kołewar
lêw bebarî, derdedarî, řenceřo
şa’îrî cwanî peristî dił beso...
***
saqîya! bo kwê deçî, bo kwê deçî?
toş leber ew milhuřane milkeçî?
toş be řeng û boy ewan xwardit firîw?
çawî toşî hełfirîwand zêř û zîw?
toş degořyewe degeł gewher huner?
kengê gewher cwanî kirdin bextewer!
zêř bełaye, bê wefaye dewłemend
her huner nemre, hunerwer merd û řend
«çiłkî deste małî dinya» wek dełên
małperist peymanişkêne û bê bełên
qedrî cwanî kwa dezanê małperist!
cwanperiste pîrî xawen zewq û hest
***
na meço, cwanê meço, wawe meço?
to firîwî zêř û zîwî wan mexo!
ew hewesbazane cêy mitmane nîn
her dezanin guł çinîn û bey řinîn
wa were, dey wa were, nêzîk be lêm
bimdeye mey, bimdeye mey ta dełîm:
mist mistim saqya, distim bigîr!Farsî
ta nîftadim z pa distim bigîr!Farsî
ca ke serxoş bûm be dengêkî newî
bot dełêm ew şê’re berzey mewlewî
bişnu az nî çun ḧikayt mî kindFarsî
az cida’îha şikayt mîkindFarsî
gwêm deye ey dîde mestî qît û qoz!
ta binałênim wekû bilwêr besoz
nabê qet nałey cudayî bê eser
ca çi ney bîka çi pyawî derbeder
boye nałem têkełî ney kirduwe
şîwenêkim pêye ney neykirduwe
lêm geřê ba derbiřim sozî derûn
lêm geřê ba hełwerênim eşkî řûn
şîwenî min şîwenî însanîye
bangî azadî û giřûy yeksanîye
şîwenî min şînî kurdî bê beşe
ew geley ḧaşa deken lêy û heşe
ba le zarim bêteder pişkoy şê’ir
ba firawantir bikem asoy şê’ir
parçe goştêke diłî min, řû nîye
nałenałî min direnge, zû nîye
derdî dûrî... derdî dûrî kuştimî
derdî wişyarî û sebûrî kuştimî
yadî yaran û wiłatim řoj û şew
lêy ḧeram kirdim qerar û xurd û xew
xemřewênêk lêre min nakem bedî
çon pena bo mey nebem, saqî! edî!?
nabînim xak û wiłat û şarî xom
nabînim nasyaw û dost û yarî xom
řû leher laye dekem namoye bom
nabînim cêjwan û kewne lanî xom
řû le her layê dekem bêganeye
jîn le nêw bêganeda tenganeye
şew dekêşim şewnxûnî û bê xewî
řoj deçêjim derd û daxî bê ewî
***
çon nenałê ew diłey piř hestî min?!
çon le ejno bibnewe dû destî min?!
çon nenałê ew diłe engawteye?!
berd le berdî bêtewe dengî heye
janî nasorî cudayîm çêştuwe
herçî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe
hełbiřawim min le yarî nazenîn
derkirawim min le xakî dił nişîn
bûme aware û peřîwey dûr wiłat
kewtime nêw wirde dawî řêy necat
bekire şofare ewî mûxey çinîm
zîy mem û zînan wiłatî lê tenîm
kewtime nêw çałî dîlî wek «memê»
«yaye zîn» le kwêye hawarî kemê!
kwa qere tajdîn, çeko û ’irfo le kwên?!
bêne hanam wek piłîngî çeng bexwên
«las»e şořêk bûm ẍenîmî dujminan
êste engiwawim betîrî çiłkinan
wam betenyayî lenêw xwêna şełał
kwanê ’êl û, kwanê xanzad û xezał?!
zor lemêje nare narî minî nebîst
herwekû «şemzîn», «şemîle»y xoş ewîst
wek «syamend»ê le çoł û bendenê
cergî let kirdim pelî darebenê
şetłî cwanawim minî sarde birîn
kwa «xec»m ta bom bigêřê germeşîn?!
mangî «kanûnê beçliwan derkiram»
wek «biraym» lew wiłate řawniram
kwa «perîxan» bend û bawim bo biłê?!
bo nesûtêm nebme polûy ser kiłê?!
ew le zozan, min le aranê dejîm
kê dełê emnîş welî dêwaneNava taybet nîm?!
***
kurdewarî, ey wiłate cwanekem!
řołekem! xêzanekem! bawanekem!
ey ewaney qet lebîrim naçnewe
êste bimbînin erê demnasnewe?
řojgar hařîwmî wek esponî wird
hêz û twanay lê biřîwim derde kurd
bûme gepçař û deka gałtan be min
ew řimûzney zendeqî çûbû le min
***
ey řefîqan, ey ’ezîzanî wiłat!
ey biray hawsengerî cergey xebat!
ger denałênim, emin pekkewte nîm
tê dekoşim bo wesił takû dejîm
koşşî min zor becêye û zor řewa
çunke qanûnî tebî’et waye, wa:
hir kisî ku dur mand az asil xwîşFarsî
baz cwîd ruzgar wisil xwîşFarsî
řêge debiřim, kwanê hengawim şile
řaste bê hêzim, dekem emma mile
her depêwim kêw û şax û çoł û deşt
dêm berew kwêstan berew baxî beheşt
dêm berew zîx û çew û kanyawî xom
çon lewane werdegêřim çawî xom
dêm berew ew dar û berd û bendene
dêm berew ew bax û mêrg û çîmene
dêm berew zûrk û telan û kend û lend
dêm berew bijwên û zenwêr û zemend
dêm berew panawik û hewraz û nişêw
dêm berew eşkewt û zendoł û pesêw
dêm berew befir û çilûre û bestełek
dêm berew şîxał û řêçke û řeşbełek
dêm berew lêř û çiř û bestên û çom
dêm berew hełdêr û gêj û bend û gom
dêm berew hobe û hewarî basefa
dêm berew ladê, berew kangey wefa
dêm bibînim nîştiman û zêdekem
dêm bibînim xizim û kak û dêdekem
dêm û degirim bazî bêrî şox û şeng
dîm û degirim destî doy cwan û çeleng
dêm girawîy xom le baweş wergirim
dêm nehêłim berhełist û bergirim
dêm û hełdemjim şiney kwêstanî kurd
dêm û deçme şewřnî bêstanî kurd
dêm û deşkênim lewê camî şerab
maçî şîrîn nayełê tamî şerab
dêm û natirsim le perjînî be zî
her perî serkewt û dêwezme bezî
ta bimênê nûrî çaw û hêzî pêm
dêm û dêm û dêm û dêm û dêm û dêm
dêm heta hembê biřist û bîr û hoş
ger gilaşim, kurdewarî û êwe xoş!