bab 16

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  187 Dîtin

1) ew çitaney be engom kutuwe hetakû hełnengwêndrên.

2) engo le kenîştan der deken, bełê se’atêk dê ke her kes ke engo bikujê fikir deka ke xizmetî xułay deka.

3) û ew çitane deken çunke ne bab denasin û ne emnîş.

4) beła ew çitaney be engom kutuwe hetakû wextêkî se’atî wan bê, engo webîr bênin ke emin ewaney be engom kutuwe, beła ew çitaney le hewełewe be engom nekutuwe çunke degełû bûm.

5) beła ewêsta deçme kin ewey ke emnî narduwe û le engo hîçkes le min pirsyar naka bo kwê deçî.

6) beła çunke ew çitaney be engom kutuwe diłû le xemê piř buwe.

7) beła emin řastî be engo dełêm: bo engo qazance ke emin biçim çunke eger neçim yarîdedereke nayete kin engo. beła eger biçim ewî denêrme kin engo.

8) û wextêkî ew bê dinyayê leber gunaḧ û leber sidaqetê û leber ḧukim îlzam deka.

9) leber gunaḧ çunke îman be min nayenin.

10) leber sidaqetê çunke bo kin bab deçim û îdî engo emin nabînin.

11) û leber ḧukim çunke leser meznîy ew dinyayey ḧukim kirawe.

12) hêşta zor çitanim heye ke be engo biłêm, beła ewêsta engo natwanin ewane hełbigrin.

13) beła wextêkî ew ye’nî řuḧî řastî bê, ew engo de hemû řastîda bełed deka çunke le xoyewe qisan naka, beła her çî ke debyê qisan deka û lew çitaney ke debin be engo xeber deda.

14) ew emin be celal deka çunke le î min werdegrê û be engo xeber deda.

15) hemû çitanî ke bab heyetî î mine, leber ewey kutim ke le î min werdegrê û be engo xeber deda.

16) kemêkî û îdî engo emin nabînin û dîsan kemêkî û emin debînin.

17) ew demî hêndêk le şagirdanî wî be yektiryan gut: ewe çîye ke be me dełê: kemêkî û engo emin nabînin û dîsan kemêkî û emin debînin û bo kin bab deçim?

18) ew demî kutyan: ewe çîye ke dełê: ew kemêkî? nazanîn çî qisan deka.

19) yesû’ tê geyşit ke wîstyan ke lêy bipirsin û be wanî gut: erê lenêw xotan leber ewey pirsyar deken ke kutim: kemêkî û engo emin nabînin û dîsan kemêkî û emin debînin?

20) řastî řastî be engo dełêm ke engo digryên û şînê deken, beła dinya xoşḧał debê, engo xemnak debin, beła xemî engo debête xoşḧałî.

21) jin wextêkî dezê xemî heye çunke se’atî wî hatuwe, beła wextêkî mindałî buwe ew zeḧmetey îdî webîr nayê leber xoşḧałî ke însanêk de dinyayda be weled buwe.

22) dena engoş ewêsta xemû heye, beła dîsan engo debînim û diłû xoşḧał debê û hîçkes xoşḧałî engo lêw nastênê.

23) û dew řojeyda engo çitêk le min pirsyar naken. řastî řastî be engo dełêm: her çî ke le bab be nêwî min tełeb biken be engo deda.

24) heta ewêsta be nêwî min çitêkû tełeb nekirduwe. tełeb biken û werdegirin hetakû xoşḧałî engo tewaw bibê.

25) ew çitaney be meselan degeł engo qisem kirduwe. se’atêk dê ke îdî be meselan degeł engo qisan nakem. beła be aşkira beḧsî bab be engo xeber dedem.

26) dew řojeyda be nêwî min engo tełeb deken û be engo nałêm ke emin bo engo le bab tełeb dekem.

27) çunke bab boxoy engoy xoş dewê. leber ewey ke engo emnû xoş wîstuwe û baweřû kirduwe ke emin le xułay weder kewtûm.

28) le bab weder kewtûm û hatûme dinyayê. dîsan dinyayê becê dêłim û bo kin bab deçim.

29) şagirdanî wî kutyan: eweta ewêsta be aşkira qisan dekey û hîç meselêkî nałêy.

30) ewêsta dezanîn ke hemû çitî dezanî û îḧtyacit nîye ke kesêk le to pirsyar bika. be wey baweř dekeyn ke eto le xułay weder kewtûy.

31) yesû’ be wan cwabî da: erê engo ewêsta baweř deken?

32) eweta se’atêk dê û hatûşe ke engo biław debin her yek bo î xoy û engo emin betenê becê dêłn. beła emin betenê nîm çunke bab degeł emne.

33) ew çitaney be engo qisem kirduwe hetakû de minda selamû hebê. de dinyayda ezyetû heye, beła xatircem bin, emin leser dinyayê ẍałb bûm.