bab 4

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  227 Dîtin

1) dena wextêkî řeb zanî ke firîsîyan bîstibûyan ke yesû’ le yuḧenna pitir şagirdanî peyda dekird û te’mîdî dekird.

2) her çend yesû’ boxoy te’mîdî nedekird, beła şagirdanî wî.

3) yehûdîyey becê hêşt û dîsan çû bo celîlî.

4) û lazim bû ke be nêw simaryeda řabbirê.

5) û hate şarêkî simaryey ke nêwî suxar bû, nîzîkî ew mułkey ke ye’qub be kuřî xoy yusfî dabû.

6) û çaławî ye’qub lewê bû. ke yesû’ le seferê mandû bû, leser çaławê řonîşt. beqed se’atî şeşem bû.

7) jinêk le simarye hat ke awê hełbikêşê. yesû’ be wî gut: aw be min bide ke bixomewe.

8) çunke şagirdanî wî bo şarî çûbûn ke xorak bikiřn.

9) ew demî ew jiney simarî be wî gut: eto ke yehûdîyekî çilon le min ke jinêkî simarîm awî xwardinewey tełeb dekey? çunke yehûdîyan degeł simarîyan beřê naçin.

10) yesû’ cwabî da û be wî gut: eger eto xełatî xułat bizanîbaye û kêye ke be to dełê: aw be min bide ke bixomewe, eto le wî tełebit kirdibaye û ew be to awî zîndûy deda.

11) jineke be wî gut: ya řeb dołçet nîye û ew çaławe qûłe, dena le kwê ew awî zîndût heye?

12) meger eto le babî me ye’qûb gewretrî ke ew çaławey be me da û le wî xwardîyewe boxoy û ewladî û ḧeywanî?

13) yesû’ cwabî da û be wî gut: her kes ke lew awey bixiwatewe dîsan tînû debê.

14) emma her kes ke lew awey ke emin be wî dedem, bixiwatewe heta ebedî tînû nabê, beła ew awey ke be wî dedem debête kanîyekî aw de wîda ke bo jyanî ebedî hełdequłê.

15) jineke be wî gut: ya řeb, ew awey be min bide hetakû tînû nebim û neyême êre ke aw hełbikêşim.

16) ew be wî gut: biřo mêrdî xot bang bike û were êre.

17) jineke cwabî da û kutî: mêrdim nîye. yesû’ be wî gut: çakit gut ke mêrdim nîye.

18) çunke pênc mêrdit bibû û ewey ke ewêstat heye, mêrdî tu nîye. ewet řast kutuwe.

19) jineke be wî gut: ya řeb debînim ke eto pêẍemberî.

20) babanî me leser ew kêwey sicdeyan kird û engo dełên ke de urşelîmîdaye, ew cêy ke lazme lewî sicdey biken.

21) yesû’ be wî gut: ey jin, baweř be min bike ke se’atêk dê, ke engo ne leser kêwî û ne de urşelîmêda le bab sicdey deken.

22) engo sicdey ewey deken ke naynasin. eme sicdey ewey dekeyn ke deynasîn, çunke xełasî le yehûdîyane.

23) beła se’atêk dê û ewêstaye ke sicdekeranî řast be řuḧ û be řastî le bab sicdey deken, çunke bab ew core sicdekeraney dewê.

24) xuła řuḧe û lazme ke ewaney ke sicdey lê deken, be řuḧ û be řastî sicdey lê biken.

25) jineke be wî gut: dezanim ke mesîḧ ewey ke kirîstos bang dekirê dê. wextêkî ew dê le hemû çitan be me xeber deda.

26) yesû’ be wî gut: emin hewm ke degeł eto qisan dekem.

27) û de wêda şagirdanî wî hatin û mat man ke degeł jinêkî qisey dekird. beła hîçkes neygut: çit dewê? yan boçî degeł ewî qisan dekey?

28) ew demî jineke ceřî xoy becê hêşt û çû bo şarî û be xełkî gut:

29) werin kesêkî bibînin ke hemû ew çitaney ke kirdûme be minî gut. meger ewe mesîḧ nîye?

30) le şarî weder kewtin û dehatne kin ewî.

31) dew beyneyda şagirdan tełebyan lê dekird, deyangut: řebbî bixo.

32) beła ew be wanî gut: emin xorakî xwardinim heye ke engo nayzanin.

33) ew demî şagirdan be yektiryan gut: meger kes çitêkî xwardinî bo wî hênawe?

34) yesû’ be wanî gut: xorakî min eweye ke îradey wey bikem ke emnî narduwe û karî wî tewaw bikem.

35) erê engo nałên çawî xotan hełênin û temaşay zewîyan biken ke sipîn bo dirwêney.

36) elan dirwêneker ḧeqî destênê û ḧasił bo jyanî ebedî xiř deka hetakû ke hêşta çwar mangî dîke û dirwêne dê? eweta emin be engo dełêm, toçên û dirwêneker pêkewe xoşḧał bibin.

37) çunke lêre ew qise řaste ke toçên yekêke û dirwênker yekêkî dîkeye.

38) emin engom narduwe ke dirwêney biken ewey ke zeḧmetû degełî nekêşawe. î dîkan zeḧmetyan kêşawe û engo wejûr zeḧmetî wan kewtûn.

39) û le ew şarey zoran le simarîyan be wî îmanyan hêna leber qisey ew jiney ke şayedî deda ke hemû ew çitaney ke kirdûme be minî gut.

40) û ke simarîyan hatne kin ewî tełebyan lê kird ke lekin ewan bimênê, û dû řojan lewê ma.

41) û zoranî dîke îmanyan hêna leber qisey wî.

42) û be jinekeyan gut: îdî leber qisey to îman nayenîn, çunke boxoman bîstûmane û dezanîn ke beřastî ewe xełaskerî dinyayêye.

43) û lepaş ew dû řojane le ewê weder kewt bo celîlî.

44) çunke yesû’ boxoy şayedî da ke pêẍemberêk de wetenî xoyda ḧurmetî nîye.

45) beła wextêkî hate celîlî, celîlîyan ewyan qebuł kird, çunke hemû ew çitaneyan dîbû ke de urşelîmî de cêjnîda kirdibûy, çunke ewanîş bo cêjnî hatbûn.

46) û dîsan hate qanay celîlî, ew cêy ke awî kirdibû be şerap û şahzadeyek hebû ke kuřî wî de kefernaḧumêda nexoş bû.

47) wextêkî ew bîstî ke yesû’ le yehûdîye bo celîlî hatbû, ço kin ewî û tełebî lê kird ke bête xwarê û kuřî wî saẍ bikatewe çunke nîzîkî mirdinê bû.

48) yesû’ be wî gut: eger engo nîşanan û ’ecayban nebînin qet îman nayenin.

49) şahzade be wî gut: ya řeb, were xwarê le pêş ewey ke mindałî min bimrê.

50) yesû’ be wî gut: biřo, kuřî to dejî. pyaweke baweřî kird bew qisey ke yesû’ be wî gut û çû.

51) û ke deço xwarê, xizmetkaranî wî tûşî bûn deyangut ke mindałî wî dejî.

52) ew demî pirsyarî le wan kird le ew se’atey ke de wêda çatir bibû. we be wîyan gut: dwênê şe’atî ḧewtem nobetê berî da.

53) ewcar babî zanî ke her dew se’ateyda bû ke yesû’ be wî gut: kuřî to dejî. we îmanî hêna boxoy û hemû małî wî.

54) ewe dîsan nîşaney dûyem bû ke yesû’ kirdî wextêkî le yehûdîye bo celîlî hat.