bab 3

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  501 Dîtin

1) û pyawêk le firîsîyan hebû, nêwî nêqodêmos, meznêkî yehûdîyan.

2) ewe de şewêda hate kin ewî û be wî gut: «řebbî, dezanîn ke eto mamostayekî le xuła hatûy, çunke kes natwanê ew nîşanan bika ke eto dekey, eger xuła degeł ewî nebê.»

3) yesû’ cwabî da û be wî gut: «řastî řastî be to dełêm: eger kesêk le tazeyewe be weled nebê, natwanê padşayetî xułay bibînê.»

4) nêqodêmos be wî gut: «çilon detwanê kesêk be weled bibê, wextêkî pîre? erê detwanê carî dûyem wejûr zigî daykî xoy bikewê û be weled bibê?»

5) yesû’ cwabî da: «řastî řastî be to dełêm: eger kesêk le aw û řuḧ be weled nebê, natwanê wejûr padşayetî xułay bikewê.

6) ewey ke le beden be weled buwe, bedene û ewey ke le řuḧ be weled buwe řuḧe.

7) te’ecub mebe ke be tom gut: lazme ke engo le tazeyewe be weled bibin.

8) «ba» bo her cêyekî ke deyewê lê deda û dengî wî debyêy, beła nazanî le kwê dê û bo kwê deçê. wehaye her kes ke le řuḧ be weled buwe.»

9) nêqodêmos cwabî da û be wî gut: «ewane çilon detwanin bibin?»

10) yesû’ cwabî da û be wî gut: «erê eto mamostay îsra’îlî û ew çitane nazanî?

11) řastî řastî be to dełêm: ewey ke dezanîn qisan dekeyn û ewey ke dîwmane şayedî dedeyn û şayedîy me engo qebuł naken.

12) eger çitanî dinyayî be engom kutuwe û baweř naken, çilon baweř deken eger çitanî asmanî be engo biłêm?

13) û hîçkes neçote serê bo asmanê, bêcge le ewey ke le asmanê hate xwarê ye’nî kuřî însanî.

14) û çilonêkî mûsa de çołîda marekî biłind kird, her waş lazme ke kuřî însanî biłind bikirê.

15) hetakû her kes ke be wî îman bênê, jyanî ebedî bibê.

16) çunke xuła dinyay weha ḧubband ke kuřî taqaney xoy da hetakû her kes ke be wî îman bênê helak nebê, beła jyanî ebedî bibê.

17) çunke xuła kuřî xoy nenarde dinyayê ke ḧukim leser dinyay bika, beła ke dinyay be wî xełas bibê.

18) ewey ke be wî îman bênê ḧukim leserî nakirê, beła ewey ke îmanan nayenê elan ḧukim leserî kirawe, çunke be nêwî kuřî taqaney xułay îmanî nehênawe.

19) û ḧukim eweye ke řûnakayî de dinyayda hatuwe û binî ademê tarîkayyan le řûnakayî xoştir wîst, çunke ’emelî wan xirap bûn.

20) çunke her kes ke xirapî deka, řûnakayî debuẍzênê û bo kin řûnakayî nayê, hetakû ’emelanî wî zem nekirên.

21) beła ewey ke řastî deka bo kin řûnakayî dê hetakû ’emelanî wî aşkira bibin çunke de xułayda kirawin.»

22) lepaş ewane yesû’ û şagirdanî wî hatne wiłatî yehûdîye û lewê degeł ewan řaydebward û te’mîdî dekird.

23) beła yuḧennaş de ’înun nîzîkî salîm te’mîdî dekird, çunke awî zor lewê hebû û dehatin û te’mîd dekiran.

24) çunke yuḧenna hêşta de bendîxaneyda nehawîştirabû.

25) ew demî le şagirdanî yuḧenna degeł yehûdîyek mubaḧîseyekî bû leser pakkirdinewey.

26) û hatne kin yuḧenna û be wîyan gut: «ey mamosta ewey ke degeł eto lew lay urdin bû, ke eto bo wî şayedit dawe, eweta ew te’mîd deka û hemuwan dêne kin ewî.»

27) yuḧenna cwabî da û kutî: «kes natwanê çitêkî wergirê, eger le asmanê be wî nedrawe.

28) engo boxotan bo min şayedî deden ke kutim: emin mesîḧ nîm, beła le pêş ewî nardirawim.

29) ewey ke bûkî heye zawaye, beła dostî zaway ke řadewestê û gwêy lê degrê, zor keyfixoşî deka leber dengî zaway. dena ewe keyfixoşî min tewaw buwe.

30) lazme ke ew gewretir bibê û emin piçuktir bibim.

31) ewey ke le serřa dê, leser hemuwane. ewey ke le erzêye le erzêye û le erzê qisan deka. ewey ke le asmanê dê leser hemuwane.

32) ew çitey ke dîwye û bîstûye, ewî şayedî deda û şayedî wî kes qibuł naka.

33) ewey ke şayedî wî qebuł kirduwe, morî kirduwe ke xuła řaste.

34) çunke ewey ke xuła narduwe, kelamî xuła qisan deka. çunke xuła be pêwan řuḧ nada.

35) bab kuřî deḧubbênê û hemû çitanî be destî wî dawe.

36) ewey ke be kuřî îman bênê jyanî ebedî heye, emma ewey ke îta’etî kuřî neka, jyanî nabînê beła ẍezebî xułay leser ewî demênê.»