bab 11

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 Xulek  233 Dîtin

1) û bû ke ew de cêyekîda du’ay dekird, wextêkî xełas bû, yekêk le şagirdanî be wî gut: «ya řeb, fêrman bike ke du’a bikeyn, çilonêkî yuḧennaş şagirdanî xoy fêr kird.»

2) û be wanî gut: «wextêkî du’a deken biłên: ya babe, nêwit muqeddes bibê, padşayetî to bê.

3) nanî me, î her řoj, řoj be řoj be me bide.

4) û gunaḧanî me bibexşe, çunke emeş her qerizdarêkî xoman debexşîn û emey de tecrebeyda mebe.»

5) û be wanî gut: «kêhe le engo dostêkî hebê û nîweşewê biçîte kin ewî û be wî biłê: ey dost, sê nan be qerz be min bide!

6) çunke dostêkî min, le seferêkî hatote kin emin û hîçim nîye ke le pêşî wî dabnêm.

7) û ewey le jûrê cwab bida û biłê: zeḧmetim mede! derke elan daxrawe û mindałanî min degeł emin de doşegîdan. natwanim hełsitim û be to bidem.

8) be engo dełêm: her çend ew hełnastê û nayda lew sebebey ke dostî wîye, dîsan leber řûsextî wî hełdestê û her çendêkî ke muḧtace be wî deda.

9) emnîş be engo dełêm: tełeb biken, be engo dedrê, ḧewl biden û peyda deken, le derkey biden û bo engo dekirêtewe.

10) çunke her kes ke tełeb bika werdegrê û ewey ke ḧewl bida peyda deka û bo wey ke le derkey bida dekirêtewe.

11) beła kêhe le engo ke babe, eger kuřî wî masîyekî lê tełeb bika, meger lecyatî masîyekî marêkî be wî deda?

12) yan eger hêlkey lê tełeb bika meger dupşikêkî be wî deda?

13) dena eger engo ke xirapin dezanin ke dyarîyanî çak be mindałanî xotan biden, çend zyatir babî asmanî řuḧulqidus deda be ewaney ke lêy tełeb biken.»

14) û cinnêkî weder xist û ew lał bû. we bû ke wextêkî ew cinne weder kewtibû, ew lałe qisey kird û xełkî ’ecayb man.

15) beła hêndêk le wan kutyan: «be be’lezbul meznî cînnan, cînnan der deka.»

16) û î dîkanê ke ewyan tecrebe dekird, nîşaneyekyan le asmanê le wî tełeb dekird.

17) beła ew xeyałanî wanî zanî û be wanî gut: «her padşayetîyekî ke leser xoy cwê bibê, xirap debê û mał leser mał deřuxê.

18) û eger şeytanîş leser xoy cwê bûyaye, padşayetî wî çilon řadewestê? çunke engo dełên ke emin be be’lezbul cînnan der dekem.

19) û eger emin be be’lezbul cînnan der dekem, kuřanî engo be kê ewan der deken? leber ewey ewan ḧukmikeranî engo debin.

20) beła eger emin be qamkî xułay cînnan der dekem, dena padşayetî xułay leser engo geyştuwe.

21) wextêkî ew saḧîb quwete le qełay xoy be çekkirawî kêşkî dekêşê, małî wî de siłametî daye.

22) beła wextêkî yekêk le wî be quwettir leser ewî bê û ewî zewt bika, çekî wî destênê ke humêdî leser danabû û tałanî wî beş deka.

23) ewey ke degeł emin nîye, zîddî mine. we ewey ke degeł emin xiř naka biław deka.

24) wextêkî řuḧî pîs le însanêkî weder kewtewe de cêyanî bê aw degeřê û ḧewlî řeḧetî deda. we ke peyda naka dełê degeřêmewe bo małî xom ke lêy weder kewtûm.

25) û ke dêtewe ewê małdiraw û cwankiraw peyda deka.

26) ew wextî deçê û ḧewt řuḧanî dîke xiraptir le xoy degeł xoy hełdegrê û wejûr dekewn û lewê demênin û axrî ew însaney le hewełê xiraptir debê.»

27) û bû ke wextêkî ew, ewaney gut, jinêk lew ẍełebayyey dengî hełêna û be wî gut: «xozge be ew mindałdaney ke etoy hełgirt û ew memkaney ke mijtit.»

28) beła ew kutî: «edî beła xozge be ewaney ke kelamî xułay dibyên û řaydegirin.»

29) û ke xełkî zor xiř bûnewe, destî pê kird ke biłê ew silsile silsileyekî xirape. nîşaney tełeb deka û nîşaneyek be wî nadrê bêcge le nîşaney yuns.

30) çunke çilonêkî yuns bo neynewayan nîşaneyekî bû, her waş kuřî însanî bo ew silsiley debê.

31) melekey cinûbî de dîwanda degeł pyawanî ew silsiley hełdestê û ḧukmî leser ewan deka çunke ew le peřanî erzê hat ke ’eqłidarî sileyman bibyê û eweta lêre zyatir le sileyman heye.

32) pyawanî neynewa de dîwanda degeł ew silsiley hełdestin û ḧukmî leser ewî deken, çunke be we’zî yuns tobeyan kird û eweta lêre zyatir le yuns heye.

33) hîçkes wextêkî çirayekî heł kirduwe de cêyekî dizî yan le bin kêlî dananê beła leser pêçra hetakû ewaney ke dêne jûrê řunakayî bibînin.

34) çiray beden çawte. wextêkî çawî to řûne hemû bedenî toş řûnake. beła wextêkî xirape bedenî toş tarîke.

35) dena temaşa bike ke řûnakayî ke de todaye tarîk nebê.

36) dena eger hemû bedenî to řûnak bê û parçeyekî tarîkî nebê, tewaw řûnak debê wekû wextêkî çirayek be şewqî xoy řûnakî be to deda.

37) beła wextêkî qisey dekird firîsîyekî lêy tełeb kird ke degeł ewî kawełtun bixiwa û wejûr kewt û leser sifrey řonîşt.

38) û ke ew firîsye dîtî ke hewełê le pêş kawełtunî destî neşûşt, ’ecayb ma.

39) beła řeb be wî gut: «ewêsta engo firîsîyan derewey camî û buşqapî pak deken beła jûrewey engo piře le zułim û xirapî.

40) ey kem ’eqłan ewey ke derewey dirust kird, erê jûrêşî dirust nekirduwe?

41) beła ew çitaney jûrê sedeqe biden û eweta hemû çitî bo engo pake.

42) beła way bo engo ey firîsîyan ke de yekî ne’ne û řazyane û her cor sebzyetî deden û le ’edałetî û muḧebbetî xułay řadebirin! ewane lazme ke becê bênin û ke le ewanî dîke řanabirin.

43) way bo engo ey firîsîyan ke kursî berejûr de kenîştanda xoşû dewê û siławan de meydananda.

44) way bo engo ke wekû qebranî winin û însanan ke leseryan degeřên nazanin.»

45) û yekêk le şeri’keran cwabî da û be wî gut: «mamosta, be kutnî ewane emeş serkone dekey.»

46) beła ew kutî: «way bo engoş ey şeri’keran ke însanan bar deken be baran ke be zeḧmet hełdegirin û boxotan be yekêk le qamkanî xotan lew baraney lê naden.

47) way bo engo ke qebranî pêẍemberan dirust deken, beła babanî engo ewanyan kuşt.

48) ke waye şaydin û qaylin be ’emelanî babanî xotan çunke ewan beřastî ewanyan kuşt beła engo dirustî deken.

49) leber eweş ’eqłidarî xułay kutî: pêẍemberan û řesułan denêrme kin ewan. hêndêk le wan dekujin û hêndêk der deken.

50) hetakû xwênî hemû pêẍemberan ke le hewełî dinyayê řijawe le ew silsiley bistêndirê.

51) le xwênî habîl heta xwênî zekerya ke le mabeynî mizbeḧ û heykelêda kujra. bełê be engo dełêm, le ew silsiley destêndirê.

52) way bo engo ey şeri’keran ke haçerî nasînîw hełgirtuwe. bo xotan wejûr nekewtûn û ewaney ke wejûr dekewtin men’û kirduwe.»

53) û ke ew le ewê weder kewt xwêndewaran û firîsîyan destyan pê kird be zor tałûke û pirsyar lê kirdin, beḧsî cwê cwê çitanî.

54) û le wî de kelênda bûn ke çitêk le zarî wî bigirin.