bab 10

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  231 Dîtin

1) le paş ew çitane, řeb ḧeftay dîkey hełbijard û ewanî nard dû dû le pêş řûy xoy bo her şar û cêyekî ke ew boxoy temay bû ke bê.

2) û be wanî gut: «beřastî dirwêne zore, beła fe’lan kemin, dena le saḧîbî dirwêney tełeb biken ke fe’lan bo dirwêney xoy der bika.

3) biřon, eweta engo denêrim wekû berxan lenêw gurgan.

4) ne kîse, ne turbîn û ne kewşan hełgirin û de řêyda le kes siławê meken.

5) beła de her małêkîda ke wejûr dekewn, hewełê biłên: «selam bo ew małey bê!»

6) û eger kuřêkî selamî lewê bê, selamî engo leser ewî řadewestê, beła eger ne, leser engo degeřêtewe.

7) beła dew małeyda bimênin ke bixon û bixonewe le çitanî wan, çunke fe’le layqî ḧeqî xoyetî. le mał bow mał meçin.

8) û de her şarêkîda ke wejûr dekewn û engo qebuł deken ew çitaney ke le pêş engo dadendirên bîxon.

9) û ew nexoşaney ke de wêdan saẍ bikenewe û be wan biłên: «padşayetî xułay leser engo nîzîk buwe.»

10) beła de her şarêkîda ke wejûr dekewn û engo qebuł naken, weder bikewn de kuçanî wîda û biłên:

11) ew tozeş ke le şarî engo be pêyanî me nûsawe bo engoy detekênîn, beła ewey bizanin ke padşayetî xułay nîzîk buwe.

12) be engo dełêm: ke dew řojîda bo sidumî hasantir debê le bo ew şarey.

13) way bo to ey xorzeyn, way bo to ey beyt seyda, çunke eger ew quwetane ke de engoda kirawin de sûr û sîdunda kiraban, lemêj bû dih pilasTeksta ne aşkira û xołemêş řonîştû tobeyan dekird.

14) beła de řojî dîwanda bo sowir û sîdûn hasantir debê lebo engo.

15) û eto ey kefernaḧum, meger heta asman biłind nebûy? heta cehennemê dixrêye xwarê.

16) ewey ke le engo gwê degrê, le min gwê degrê û ewey ke engo ḧîsab naka, emin ḧîsab naka, û ewey ke emin ḧîsab naka, ew, ewey ke emnî narduwe ḧîsab naka.»

17) û ew ḧefta be xoşḧałî geřanewe deyangut: «ey řeb, be nêwî to cinnanîş zewtî men.»

18) û be wanî gut: «şeytanim dî wekû birûske le asmanê dekewt.

19) eweta be engo ḧîkmatim dawe ke leser maran û dûpşikan pamał biken û leser hemû quwetî dujmin, û hîç çitêk qet zerer le engo neda.

20) ema de eweyda xoşḧał mebin, ke řuḧan zewtî engon, beła xoşḧał bin ke nêwanî engo de asmananda nûsrawin.

21) dew se’ateyda de řuḧulqidusda keyfixoşî kird û kutî: «şukirî to dekem ya babe, saḧîbî erz û asman, ke ewanet le ’aqłan û zanan şardotewe û ewanet bo mindałan aşkira kirduwe. bełê ya babe, çunke lepêş to weha xoş bû.

22) hemû çitaney le babî xom be min teslîm bûn û hîçkes nazanê kuř kêye, bêcge le bab û bab kêye bêcge le kuř û ewî ke kuř byewê bo wî aşkira bika.

23) û bo şagirdanî betenê wergeřa û kutî: «xozge bew çawaney ke debînin ew çitey ke engo debînin.»

24) çunke be engo dełêm, zor pêẍemberan û padşayan wîstûyane ke bibînin ew çitaney ke engo debînin û neyandîwe û ke bibyên ew çitaney ke engo debyên û neyanbîstuwe.»

25) û eweta şerî’etêk hełsita û ewî tecrebe kird, deygut: «ey mamosta, çî bikem ke jyanî ebedî mîrat bigirim?»

26) beła ew be wî gut: «de şerî’etda çî nûsrawe? çilon dexwênî?»

27) beła ew cwabî da û kutî: «debê řeb xułay xot biḧubbênî be hemû diłit û be hemû gyanit û be hemû quwetit û be hemû fikirit û cîranî xot wekû xot.»

28) û ew be wî gut: «řast cwabit da. ewey bike û dejî!»

29) beła ke ew deywîst xoy sadiq bika be yesû’î gut: «û cîranî min kêye?»

30) yesû’ destî be qisan kird û kutî: «pyawêk le urşelîmê bo yerîḧoy deço xwarê û we destî cerdan kewt ke ewyan řût kird û birîndarîşyan kird û nîwemirdû ewyan becê hêşt û řoyîn.

31) û hełkewt ke kahînêk her bew řêyey deço xwarê û ke ewî dî řabird.

32) û her waş lawîyekîş hate ew cêyey û ke dîtî řabird.

33) beła samerîyek ke seferêkî dekird hate kin ewî û ke dîtî diłî sûta.

34) û çû kinî, birînekanî pêçawe û řon û şeřapî tê kird û ewî leser ułaẍî xoy swar kird û birdye karwanserayekî û xizmetî kird.

35) û de sibḧeynêda dû dînarî derhêna, day be xançî û kutî xizmetî wî bike û her çî pitir ke xerc bikey emin wextêkî bêmewe be to eda dekem.

36) le ew sêyane kêhe fikir dekey ke cîran bû bo wî ke wedestî cerdan kewt?»

37) û ew kutî: «ewey ke řeḧmî be wî kird.» û yesû’ be wî gut: «etoş biřo û weha bike.»

38) û ke ewan deçûn ew wejûr dêyekî kewt û jinêk nêwî merta ewî de małî xoyda qebuł kird.

39) û ewe xuşkêkî hebû ke nêwî miryem bû ke le kin pêyanî řeb řonîşt û gwêy le qisey wî degirt.

40) beła merta leber zor xizmetkirdin xerîk bû û hate kinî û kutî: «ya řeb, erê bakit nîye ke xuşkim emnî betenê becê hêştuwe ke xizmet bikem? dena be wî biłê ke yarîdem bika.»

41) beła řeb cwabî da û be wî gut: «ey merta, ey merta, xem dexoy û leber zor çitane nařeḧetî dekêşî.»

42) beła yek çit lazme. miryem ew beşe çakey hełbijarduwe ke le wî nastêndirêtewe.