deskewtî xebat

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 5 Xulek  2453 Dîtin
ne bilwêrjen detûřênê le bilwêr
ne şořejin wirîngey dê leber bêr
ne narenarî kîjî meşkejêne
ne sîřesîřî şimqař û şehêne
ne boře bořî mangay taze zawe
ne şiłqeşłiqî meşkey nîwejawe
ne fîtefîtî şwan û kařeyî meř
ne ballorey kiçî çawmest û diłteř
ne oḧe oḧekey gawanî bask
ne bigre berdekey kabanî nask
ne kořjinî ḧidûdî sûke swaran
ne xirimjinî heyasey gwê begwaran
ne qařey sî û çirîkey baz û peřkûr
ne dengî asmanî û şadîy şalûr
ne girmey hewr û hajey řêjne baran
ne sirwey ba û şiney sûre çinaran
kewî kêwî ne qaspey ma ne sîře
berew germên fiřîwe zerdezîře
le hêlaney xizî û bê denge sêrû
dełêy xoşxiwanî kurde û nyetî êrû
gułałe û swêsne û xaw û kenêre
hemû pirzen, zeman kirdûnî gêre
nemawe řeng û boy beybûnî nwałe
kirane gizre mêjwerd û hełałe
peřîwe sûrguł û pê xuste sunbuł
řizîwe nûseke û xaw bowe pêkuł
kirane desteçîle laske gogem
xezane û cwanî nawêrê biłê hem
kema û mendok û hełz û lo peřîwin
le tirsî ba lenaw qûłke û pesîwin
le bax û çiř ewî dar û direxte
hemû zerdin le tirsî hêrşî şexte
çemen kał botewe řuxsarî ałî
leser goney welaçû denke xałî
«guł û ḧacîlekanî deştî hamûn»
becarêkî betałanî xezan çûn
melay gunde çya, nek şêxî wirgin
heyetî mêzerêkî bor û çiłkin
kewa sewzî leber damałdirawe
sîwak û teylesanîşî nemawe
çi bê nazin, hewargey xoş û zenwêr
çi nasazin çya û lapał û hełdêr
xezane bê beze û naxoş û tûşe
mije û zuqme û keřesîse û pirûşe
le kwêstanî nemawe xêr û xoşî
tebî’et her bîna kifnîşî poşî
îtir kes nagrê dawênî kêwan
le cêyan barî xem nîştuwe le lêwan
bełam binwaře ewřo şarekey ko
«qubey kişmîrî da ber şeq wekû go»
ewa piř bû le xoşî û kameranî
beharî şame eyyamî xezanî
der û dîwarî şadî lê debarî
xezanî xoşewîste wek beharî
qirîwe û dawet û çopî û semaye
gep û gałte û zemawend û heraye
tirîqe û pêkenîne û çepłeřêzan
hemû beşdarî bezmin xaw û xêzan
hemû çawêk geşe, gişt kułme sûre
keser lew şare bê azare dûre
debînî to eger çawêk bigêřî
kiçî wek duř, kuřî cwantir le zêřî
ke deçne dawetê sermest û diłxoş
fiřê dirawe peçe û řûbend û serpoş
hele hełkewtuwe bo kîj û lawan
nîye ewřoke baxî sîne pawan
çilon ewřo nebête řojî cêjin?
çilon xełkî kuł û koyan neřêjin?
lelay azadîxwaz û kurdî diłsoz
beřêztir bo nebê ewřo le newroz?
ke paş ew ře! we derd û kiftukoye
debînin kotełî «ḧacî» le koye
debînin kotełî şaswarî koyî
ke řojêkî bepêyan lêre řoyî
çilon bo surme nabê xakî şarêk
ke ḧacî pêy leser danabê carêk
***
ewe koteł nîye řemzî necate
ewe deskewtî çend sałey xebate
ewe řûgey hemû kurdêkî pake
ewe cêgay nyaze, pîre, çake
butî saḧîb diłanî dił besoye
ke ewřo pêy denazê şarî koye
***
siław ey ḧacî ey řołey zemane!
le sayey towe herçêkî hemane
hemû jînit le řêy gelda bext kird
heta řêgay xebatit bo text kird
gelêkit dî ẍerîbî û tał û swêrî
nebû satê le xizmet xo bibwêrî
begij bêgane û xomaneda çûy
legij dêwezme û dêwaneřa çûy
netirsay û nexecłay û nelerzî
çi meşhûrî, çi řûsûrî, çi berzî
hemû şagirdî ton şîrin kelaman
le to fêr bûn xebat qazî û melaman
bedengî to xewałû řapeřîwin
le tirsî toye dujmin dapeřîwin
geray efkarî toye bałî girtin
ke wa řołey gelit seryałî girtin
be’azayî, bezanayî, bewrdî
çekit da destî şořişgêřî kurdî
peřî dîwaneket gence û xezêne
wişey şîrînî to dujmin tezêne
hemû pendin qisey sûk û dizêwit
wekû bałî perî pake cinêwit
benirxe, tazeye, berze, behêze
ewey fermût le barey pyawî dêze
«eger kurdêk qisey babî nezanî
muḧeqeq daykî ḧîze û babî zanî»
ke şê’rî to bizawtî hestî hestan
hemû sewdaserî serbestî hestan
le kurdistan gelêk şořş berpa bûn
kuřî kurdî begij bêganeda çûn
lemêjsałe deřêjin areq û xwên
bełam daxî giranim hêşte le kwên?
ewêstaş derdekurd nekira ’îlacî
ewêstaş kurdî koyle mawe ḧacî
gelî kurdit nebû hêşta necatî
bexwênî lawekan sûre wiłatî
ewêstaş dujminî lasar û bedfeř
dekûjê kurdî bê tawan û laşeř
ewêstaş her demanken tîrebaran
denexşênin bexwên kołanî şaran
ewêstaş piřpiřn zîndan le lawan
beẍeyrî wey ke kurdin nyane tawan
ewêstaş goř ẍerîb zorin wekû to
ewêstaş bê nesîb zorin wekû to
ewêstaş bê kes û dûre weten hen
ewêstaş şa’îrî pîr û řeben hen
ewêstaş şê’rî wirdî kurdî dediřn
zimanî şa’îranî çakî debiřn
***
bełam to diłnyabe pîrî zana!
binaẍêkî wehat bo kurdî dana
îtir senger betałkirdin meḧałe
îtir kurd û bezîn xewn û xeyałe