êre cêy canane kwanê, mayeyî canim ewê

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  350 Dîtin
êre cêy canane kwanê, mayeyî canim ewê
şwênî şay xubane min sułtanî cwananim ewê
her wekû mecnun le kêw û deşt û der wêłî ewm
hênd suřam pêm swawe, satê westanim ewê
wek supay estêre, cwanan kewtine cîlwe û hatuço
bo ewey hełbên ewan xurşîdî řexşanim ewê
min diłim tenge le tarîkî şewî hîcra ejîm
kwanê řûnakî diłim? şem’î şebustanim ewê
eşkibarim, nałekarim, bê qerarim, diłifgar
kwa bînayî çawî min?! aram û dermanim ewê
bulbulêkî guł le dest çû řeng û řû zerdî xezan
nałe nałme newgułî gułzarî řîzwanim ewê
qumrîy bê aşyan tewqî wefam kirdote mil
řoj û şew «koko» dełêm û serwî xeramanim ewê
serlenwê dił kewte şêwey şa’îrî û sewday neşîd
meclîs ara û nukteperdazî qisezanim ewê
xalîdaNasnava edebî! lem kone cwanane diłim gîra, bese
dulberêkî çwarde sałey bîkirî newciwanim ewê