eme kam xake, kewa řayḧey gyan dênê
Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
569 Dîtin
eme kam xake, kewa řayḧey gyan dênê
diřk û dałî le diła sunbule û řeyḧan dênê
wekû murẍê ke le awareyî řû bikatewe bax
diłekutkêm geyîy, diłxoşî giryan dênê
şore xakêkî wehaye gya û gułî lê neřwabê
hênde xoşe ke şinoy řewzey řîzwan dênê
bonî wek miskî xeta, ne, xetam gut, tobe
to be guł’enberî danê, ke sefay gyan dênê
eme ew xakeye çend sałê lemewpêş be şeref
cayî xanan bû kewa nekhetî canan dênê
şewêkî tya bûm wek wisłî şewî diłdarî
ta beyanî ke seba, nefxeyî îman dênê
xalîdaNasnava edebî! ew bezmî şewane çi xoş û diłkeş bû
têpeřî řoyî ke yadî kułî giryan dênê