ey min le cefa û siza dûrî

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  295 Dîtin
ey min le cefa û siza dûrî
bêzar û weřist le kameranî
bo çîm ekujî le bêkesîda
bê bak mebe taze newciwanî
ta key, minit nakewêtewe bîr
wam zanî ke yarî mîhrebanî
madam ke le dûrîya nemirdim!
wa baweř dekem be sext gyanî
to pêm biłî min be kêy beyan kem
şerḧî elem û ẍemî nîhanî
to her werewe fîday to bêt
yekser hemû arezûy cîhanî
lewsawe ke toy le dest biřyûm
meẍrûre felek be nuktezanî
ye’qûbKes le goşey ẍema kwêr bû
yusifKes be heway cîhanistanî