swênd exom bew xałî ser goney gułe

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  294 Dîtin
swênd exom bew xałî ser goney gułe
swênd exom bew xettî wêney sunbule
swênd exom bew qametey serwî çemen
gyanî min bo ’eşqî ew wek bulbule
swênd exom bew çawî wa piř fîtneye
swênd exom bew tuřřeyey dawî diłe
swênd exom bew lêwe le’ley qûtî řuḧ
quwetî řuḧî le meydana şile
swênd exom bew nûrî nêwçawanekey
herçî eybînê be cennet wasłe
xalîdNasnava edebît wa xistiwete dawî cefa
ḧasłî em şî’re lewda ḧasłe
ew biray bawkî «misḧifErebî» layetî
ta biray daykit leser lêw û mile