ey lew gułî řuxsare dił xwêne gułî mînû

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  310 Dîtin
ey lew gułî řuxsare dił xwêne gułî mînû
muyêk û qefî qeddit qed ferqî nîye yek mû
şem’î şewî tarîke ya piřtewî řuxsare
ya nafeyî tatare ya řayîḧeyî gêsû
lay ẍemzey xwênřêjit dił řîşe legeł gyana
wek nêrgisî piř fitnet kê dîwye, kesê cadû
yaqûte lebî le’ilit, ya qûtî diłe, gyane!
em ’alemî nasûte diłyan hemû wa boy sû
dił wa defřênê řût, nagate wizey marût
awřêkî tîlay çawit ahî diłe bo ahû
xełkî ke ełên meyłê řazî diłî xot lay kes
çon xoy degrê aşq katê ke tewaw şêt bû
herçende qisey xalîdNasnava edebî xałî le xîred nabê
dîsan nîyetî tamî şêwey ẍezelî xwacû