ew kesey pêştire le řuḧî řewan

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  405 Dîtin
ew kesey pêştire le řuḧî řewan
bitewê nawî ew bizanî ’eyan
nawî ew wa le beytî dwayîda
danrawe wekû le leşda gyan
boye wa şardyewe le xełk xalîdNasnava edebî!
gencî ’îrfane genc ebê bibê penhan
hênde çespîwete diłî tengim
ew wekû xanexwêye řuḧ mîwan
le sena û sitayîşî ademî ewda
qełemim lałe! bîşî bê dûsed zuban
zulfî serbeste «kewa» kewtote naw
murẍî pê bestirawî beste zuban
ye’nî zîy zulf nebê be lam û fê
teyrî bê pêye «tutîFarsî» le «myanFarsî»
çend letîfe ke em mu’emmaye
şêx letîfêkî xistote meydan