be mî’marî ẍemit nwêm kirduwe wêranekem bo xom
Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
698 Dîtin
be mî’marî ẍemit nwêm kirduwe wêranekem bo xom
be yadit kirdime ke’be ’aqîbet, bitxanekem bo xom
hemû duktorekan daman le çarey derdî min dwayî
le derdêka deway dest kewt diłe dêwanekem bo xom
be sewadî towe bednaw û řîswa bûm le ’alemda
le her lawe be gwêy xom bîstimewe efsanekem bo xom
be dewrî şem’î řûta hênde fiřîm, bałim şika kewtim
çi cwan sûtandimit qurban, her, ew perwanekem bo xom
ebîte hawinşîn û hawdemî naw kořî řendanim
eger wa bikem ke bibyet nałeyî mestanekem bo xom
le îqlîmî meḧbibetda be wêran bote awayî
be lafawî siruşkî kawlim kird xanuwekem bo xom
serapa nî’mete biřwane lem damawîyeda «xalîdNasnava edebî»
zubanim kołe bom nayête cê şukiranekem bo xom