dûr kewtimewe be daxewe axrî le małî xwa

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  527 Dîtin
dûr kewtimewe be daxewe axrî le małî xwa
dił wexte parçe parçe bê hênde xefet exwa
çonim dewîst ke cwê bimewe min le koyî dost
emma çe çare xwastî ewew emirim pê deka
ehlî sefa le ḧesretî řêy «merwe» mirduwe
min çon bijîm îtir ke le dest çû sefay «sefa»
zemzem ełê bweste le cêy xot meço meqam
bangim deka, birake! meke karî nabeca
lem layşewe dû dest û dił û dawênî girtûm
emkêşête tewafî mînber û mîḧrabî mustefa
lem layşewe şewqî «yisirbErebî» û lewlawe hecrî beyt
dił «ka»yeke ke kewtote beynî dû kehreba
«xalîdNasnava edebî» ke dost le małî diła cîlwegey heye
boç ẍem dexoy le małê ke lêyewe ebî cuda?!