gêjî em deryaye laney ’eyş û noş wêran eka

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  671 Dîtin
gêjî em deryaye laney ’eyş û noş wêran eka
gêjełûkey karwanî hestî sergerdan eka
gułşenî keyfiman legeł xakî sya yeksan eka
sêberî em xêwete bê bayexe, derman eka
ya cîhan! çon xwahîşî asayşî însan eka?
boçî ey dił nayete bîrit ke tûşî merg ebîn?
hewłî dunya ta key û boç bo piřupûç terkî dîn?
wa girîman kewte gîrit padşahî řûy zemîn
taqî kîsra bêne pêş çawit be yadêkî ḧezîn
perdedar całcałoke û qałonçe pasî ban eka
ew silêmaney ke řamî ḧukmî ew bû xak û bad
şahî cemşîd û sikender ta peşeng û keyqubad
hatin û řoyîn û lebîr çûn, êsteke nayene yad
gerdişî gerdûn hezaranî be pencey merg sipard
nek be tenya bo min û to, şeř legeł «mîwan» eka
ew cîhandarane wa textî cewahêryan hebû
texteyî tabût le şwên text, eyfiřandin zû be zû
meřnemûke eyxuřî û tund lêy depirsîn řûbeřû
gewre gewrey ber lexotan boçî wa zû bîr eçû
kwan? le kwên û kên û kê le kwê îskan eka
ne sewadî xetî mişkîn ma ne řûy wek şewqî mah
xakî ew řûxsare şîrînane lêy sewz bû «gyah»
em neşîdey wa, şehîdî xiste girye û ah û wah
pê be hêwaşî binê «xalîdNasnava edebî»! ke em xakey syah
cewherî êskî řizîwe yadî mehřuyan eka