tepłî eman

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  1593 Dîtin
qełem serkêşe, bîrîş mûqełêşe
bełam yařebbî řûy řeş bê zemane
diłî tengim le destanî hemîşe
mekogey meynet û derd û xemane
hemû tîrî bełay ew řojgare
deka bo sîngî piř zamim kemane
bira û xizim û kesukarim becarê
ewan lêm bûnete dasî řemane
le małî xom dekem bonî ẍerîbî
ke bêzarim le herçêkî hemane
ewî xoşim dewîst wek gyanî şîrin
temaşay bote miştey naw hemane
leřas min dêłeřêwî tirsinokîş
weha řasa dełêy fîlî demane
ewî daym le jêr xełka jyawe
leser min pałewan û qaremane
demî xoşim le jînmida nedîwe
bixiwazim takû xozgem bew demane
gemey toşim belawe sehle xwêřî
gelêkim pê kirawin lew gemane
heme hîwa bedwařojêkî řûnak
beşî însanî bê hîwa nemane
beşîwen çarî karî ême naye
xebat, kełkî nîye mamexemane
leber to çarenûsî şûm û bedfeř
ewî qet lêy nedem tepłî emane