şînî goran
Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
2 Xulek
2185 Dîtin
her le botanewe heta soran
hemû soranî şîne bo goran
her le kwêstanewe heta germên
yexeman dadřawe ta damên
le cizîre hetakû beḧrî řeş
nîye kîjê serî nenabê le heş
le dyarbekirewe heta wirmê
ser bequř, mil bekwêne nêr û mê
her le kerkûkewe hetakû sine
şîn û řořo û fiẍanî pyaw û jine
le merîwanewe heta zêbar
wek zirêbare çawî kurdî hejar
her le zaxo hetakû kirmaşan
pirseye, mateme, bexodadan
le mehabad heta silêmanî
nałe nałe lebatî goranî
her le bêcařewe heta şemzîn
kiç û kuř, law û pîrî kurd şemzîn
le şinowe hetakû sencabî
tûşî kurdêkî bê keser nabî
her le hewlêrewe heta pawe
netewey kurd peşêwe, tasawe
ca çilon dił bexem nebîn, negrîn
ca çilon kořî şînî bo negrîn
şa’îrêk bû benirx û bê wêne
bîrî řoşin bû, çeşnî awêne
şa’îrêk bû becerg û hełkewtû
pêşřewî gel bû nek le gel kewtû
takî kem bû le cwan peristîda
wekû mêw bû wişe le destîda
hestî pak, mêşkî taze, bîrî nwê
şê’rî piř soz, qisey betam û xwê
diłteř û xoş xeyał û nask bîn
behuner, şareza, wişe řengîn
pêm perî şê’ir û mosîqa toran
boye birdyanewe serê goran
ya xuday cwanî tûře bû lêman
ew çirayey řewa nedî pêman
řojgar gewherî webin gił da
daxî ew mayewe le naw diłda
daxekem ew biłêse damirka
ke xerîk bû wiłatî řûntir ka
řoyî goranî xoşewîst řoyî
şîn û řořoy gelî nebîst řoyî
řoyî bê wey gelî biga bemrad
řoyî bê wey bibînê kurd azad
řoyî awatî birde bin giłî řeş
řoyî kurd mawe bê kes û bê beş
ḧacî, goran û pîremêrd mirdin
«daxekem kurdî ême her kurdin»
kurdin û tûşî řojî tenganen
merdin û dîlî destî bêganen