řawe beraz

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 6 Xulek  2618 Dîtin
tifengî řawê estênrawe yekser
beqewlî kak hejar, bê řawe řawker
mefermû řaw nema lew şare taze
ke seyrî řawkeran řawe beraze
îtir derçû biłên bawî kuřane
nexêr baw bawî «sone» û «dû kuřane»
qurîng û «řeş beşe» û «duřna» û «hełetanc»!
ne aẍayan lekin pyawe ne kirmanc!
bekeyfî xoy leser ew awe řûne
deka gałte û qumarî «pê beqûne»
serî çon lê deşêwê sî le qopî
ke řawker çunke bê řaw mawe topî
«bine» řûxan û «sîpe» çol û holn
biławin řawker û bałinde poln
řifandûye «qelesabûnî» sabûn
ke hestî kirduwe lagîrye qanûn
ewa «kerwêşke»key sîxwar lepşite
qułeşînî behest û gurc û gişte
le lana kewtuwe û nayête bîrî
ke caran şoretî bû sengesîrî
deka simkoł û çawî her le koye
ke nêrî têgeyî parêz diroye
îtir kes řûy nemawe biçte kêwî
beşêr gałte deka ewřoke řêwî
leser berdî dexwênê «kew» bedeste
dełê řawker eger pyawî de heste
le çawan hełwerîn firmêskî guřguř
ke dê û deřwa bedeste «çirg» û «kuřkuř»
hewêrde û «ziřřekew» dêne řepsite
bełam çibkem çekim pillar û miste
le sûr kêłan denîşin polekotir
le caran zortirîş û serbexotir
«feqê řeḧmanî» awałit çilone
çilon bê řaw dejî kalyare kone?
germ dahatuwe wek pîre lokî
le swê saçmezenî koneřeşokî
ewî zor tûře bê «derwêş kerîme»
ke pîrî êmeye û pyawî qedîme
gelêkî dî hera û bezim û teq û toq
çiray jînî nebû wek êste bê şoq
bizey nayête ser lêwî wekû mîr
řebî bê řaw nebî qet řawkerî pîr
wekû «eḧmed» gutî ey pîrî meşhûr
mexo xem bo tifengî ’ehdî teymûr
ewey çabû le şanî êweda bû
beřeḧmet bê dena bo biste çabû
debê ḧałî çibê «kaxdirî» xoman
kuřî kêwan û řołey bend û çoman
meger nokan bixiwat û biçte řawê
dena taze dewêrê saçme bawê
řebî dujmin beḧałî «behmenî» bê
le daxa řenge lûtî dajenîbê
kesêkî biçte lay û kełpî bêşê
weha perte xilêney bo dekêşê
cenabî «erdelan» şêwawe ḧałî
wekû cîbî mine sakî betałî
ře’îse gewrekey kanûnî řaw bû
ewîşî çû le des deste şikaw bû
rihakird ast aw xwî pilingîFarsî
nemawe puz û fîz û zebir û zengî
ke sayey kem kirawe ew le serman
leser kê lê deda ew care ferman?
gelêkî goştî kêwî xward bemifte
le goşt keł saz bika ba êste kifte
yeqîn «meḧmûd» ba nada simêłî
simêł badanî pê ḧeyfe bedêłî
ke řawker bê tifeng ełbette dêłe
le hemuwan dêłtirîş «meḧmûd simêłe»
dełên duktor xewî naye şewane
le tawî řawî «malos» û «yekane»
nîye hoşî le kes werbigrê wîzît
deda dermanî «tîfos» bo «biřonşît»
lekin xanim yeqîn namênî nazî
le kûpey bibřê qawirmey berazî
beşî êmey neda lew xest û xołe
mesîḧî gewre estandûye tołe
«memî xan» çake her mawe cefengî
eweş qaza! we sûdî bê tifengî
bełam «mîrza ḧesen» karî kirawe
tifengêkî kiřî û teḧwîlî dawe
le destî miftî zade kê deka xêr
tifengî daye, řawî pê nekird têr
tifengî taze hênabû ḧîcazî
bełam mewday nebû bo turkitazî
feřufîkî ewe girtî hemûman
le daxanî debû bigirin hemû man
çilone keyfeket řeḧmanî qazî
dexoy êstaş kebabî cergî qazî
ewêstaş lê denêy to sengesîran
denêrî kase sifre bo feqîran
mezey wudkate hêşta sîngî bařî
newełła hênde birsî berd dehařî
ewet çake le qessabxane dûr nî
wekû ’ewłay birat bo goşt zerûr nî
hełem kird lêm bibûre takû mabî
hełoy û kake bo kollare nabî
eto peřkûrî tund û tîj û diř bûy
eto sułtanî şax û kêw û çiř bûy
zemane daxekem bałî şikandî
lenaw dał û qel û kundî xizandî
ḧeyf ey şaheło bo bał û çengit
ḧeyf sed ḧeyf bo dest û tifengit
ḧeyf ey nabîẍey řawî mukiryan
ke bałinde letirsanit degryan
debînim êstekane çek kirawî
detirsim çawî to kwêrken mirawî
řefîqan çake êwe xełkî şarîn
wekû min nîn, beşî zortan îdarîn
«bîḧemdîlla» hetane kar û barêk
beřoj kar û beşew gałte û qumarêk
řefîqêk, xemřewênêk, aşnayek
kitêbêk, texte nerdêk, sînemayek
belay małî xelîfeyda geřanêk
le xizmet ermenakîş îstîkanêk
bełam min xełkî ladêm seg beḧałim
dij û damaw, keneft û des betałim
perêşan û kizim bê karubarim
be bê řawîş becarêk kołewarim
ke zorî bo dehênam derd û meynet
deçûme řaw û amêzî tebî’et
xudaye taze çonî biguzerênim
ke tenya topeřeş bû xemřewênim
le jûrê dadenîşim hênde, demirim
ke deçme deşt û mezra sekte degirim
le naw daçêndirawî sewz û şînim
hezar caş û ker û gwêlk debînim
le baẍmida heye sed bizne giřwê
bizin azad kirabê, řîşe deřwê!
becutyarî biłêm çakit nekêła
dezanim desbecê řobote têła
begawanê biłêm zyanê mefermû
dełê laço biřo wextî beserçû
beşwanî ger biłêm meyke le mêşe
dełê dyare demit êstaş lepêşe
le naw dêda ke deçme berberoçke
deden dewrim minałî ser bekoçke
ewende gwê lemist û tund û tołn
eger zû hełneyem çawim dekołn
xerîk bûm řagirim dû gołe tacî
bewan řawê bikem bo na’îlacî
ḧîsabim kird ke nîme nanî xoşim
bebaranê řizî ew sał kiłoşim
çelan çabû heman bû textedame
bełam ew sał le dê dame ḧerame
egerçî zor lemêje dame fêrim
bełam zeḧmet bemam sofî bwêrim
çilon aẍay bikem êsta le sofî
ke sofî taze aẍay hełgiłofî
biłêm aẍa dełê sindan, diłederd
dewêrî nawî aẍa bênî namerd!
le mełbendê ke azadî nebê pyaw
be saçmezen biçête kêwî bo řaw
segî tê řî çi nirxêkî heye jîn
sitem ta key, meger ême beşer nîn