çirîkey nêw qefez

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  422 Dîtin
hemû şewê
le ew dîwî dîwarewe
bałindeyekî dîlî qefez, têy deçrîkand!
bestekanî
řûdawanî nîştimanî xwên û agir û hełmet bûn
lawik, ḧeyran, syaçemaney
ekird be pird
hełgurd destî şahoy egirt
legeł qendîl, be ser pirda
bo lay çyay agirî eçûn!
hemû şewê
minîş le pişt delaqey jûrekemewe
zincîrî dîlîm depsand û
espî xeyałim zîn ekird
be şařêgey ḧencerey ew bałindeda
bo nîştiman eçûmewe
dwênê şewê
şew bonî xem, bonî matemî lê ehat
ta beyanî çaweřwan bûm
dengî bałindeke nehat
ewřo bîstim
le kazîwey sipêdeda
bałinde deng xoşekeyan ser biřîwe
bo têkdanî binkey sûrî bestekanî
řeg be řegî ḧencereyan hełdiřîwe
îmşew diłim dekurkênê
bałindeyekî bał û pel û po xwênawî
le ser liqî şî’rêkî piř tase û hêşta negutrawim
hełnîştuwe û deçrîkînê!