çawî gurg
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
1 Xulek
728 Dîtin
dinya şew bû
şewêkî çiř, tarîk tarîk!
tîşkêkî dûr
le ewpeřî asoy dûrî jyanmewe
wekû meşxeł dagîrsabû
bełam řêga
piř le kosp û kendełan bû
astengêkî dûr û barîk!
tîşkî hîwa girşey ehat
bo lay xoy bangî ekirdim
řaydekêşam!
hêzî eda be hengawim
bîr û endêşey ebirdim!
sałehay sał
be qed sałekanî ’umirim, řêgam biřî
goçanî asnim şikand
sed pêławî połam diřî
her hengawê, zamêkî qûł
řêga hemû jan û biřk bû
hêzî hîwa berew amancî ebirdim
geyştim û dił piř leḧez, awat, tase...
le xwên gewzaw...
amêzim bo tîşk kirdewe
bełam efsûs!
ew meşxełe...
çawî gurg bû!
şewêkî çiř, tarîk tarîk!
tîşkêkî dûr
le ewpeřî asoy dûrî jyanmewe
wekû meşxeł dagîrsabû
bełam řêga
piř le kosp û kendełan bû
astengêkî dûr û barîk!
tîşkî hîwa girşey ehat
bo lay xoy bangî ekirdim
řaydekêşam!
hêzî eda be hengawim
bîr û endêşey ebirdim!
sałehay sał
be qed sałekanî ’umirim, řêgam biřî
goçanî asnim şikand
sed pêławî połam diřî
her hengawê, zamêkî qûł
řêga hemû jan û biřk bû
hêzî hîwa berew amancî ebirdim
geyştim û dił piř leḧez, awat, tase...
le xwên gewzaw...
amêzim bo tîşk kirdewe
bełam efsûs!
ew meşxełe...
çawî gurg bû!