çengî şikaw

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  397 Dîtin
ezanî bo wa lawaz û bêřengim
zêřim, bełam esîrî pencey jengim
bê perwam û le nêw deryay ewîna
denirkênê diłey wekû nehengim
wek perwanem le nêw giřî fîraqa
heł’eqirçêm, esûtêm û bêdengim
her ekułêm û ecoşêm û esûtêm
to řoj û min diłopeyek awengim
min awarey nawçe û mełbendî ’eşqim
des be yexey fîraqim û le cengim
to wiłatî ewîn û piř le řazî
min şehîd û kujrawî jaw û jengim
memtarêne û memnêre bo ẍerîbî
min her le nîştimanî xom be sengim
xezełwerî jyane, min, bełam her
bulbulî ’aşiqî gułî qeşengim
her exwênim be dił bo guł, bo cwanî
herçende pîrim û şikawe çengim