zîndanî
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
1 Xulek
694 Dîtin
le nêw jûre takekesîye tengekemda
hełkurmawim!
karesatêk beřêweye.
lew dîw dîwar
werdyanekem řawistawe
delaqeyekî biçkołe
leser sîngî derkekeye û
daxrawe!
kotre barîkey xeyałim
tamezroye hełfiřêt ta,
peřpeřûçkey asmanî kakî be kakî!
car be carê
werdyanekem
delaqeke dekatewe û
lêm deřwanê
ew tarîkî debînêt û min řûnakî!
hełkurmawim!
karesatêk beřêweye.
lew dîw dîwar
werdyanekem řawistawe
delaqeyekî biçkołe
leser sîngî derkekeye û
daxrawe!
kotre barîkey xeyałim
tamezroye hełfiřêt ta,
peřpeřûçkey asmanî kakî be kakî!
car be carê
werdyanekem
delaqeke dekatewe û
lêm deřwanê
ew tarîkî debînêt û min řûnakî!