çawxiłetêne

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  387 Dîtin
ho xełkîne!
çaw kenewe
ew hewrane
herçend ser le asman eswên
qisirin, baranyan pê nîye
tozî berpêy
espî leşkerî holakon!
biřwa meken...
herçend le aw
lebaran û behar edwên
biřwa meken...
tem û mijî çaw xiłetêney berî ason!
kêłge tînû
hewr nezok
deryaş swêre!
řêge dûr û
aw tirawîlke
çawsaẍ kwêre
şew dirêje
engusteçawî nûteke
gerdelûle, teme, mije
çaw ta ber pê, heter naka
ew estêre hanman deda
karwankuje