karesat
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
1 Xulek
745 Dîtin
bałindeyek
çirpandî be gwêy gułêkda
gułe gyan!
leçke sewzeket nextê lade
ba xunçey dem
tasey ewînim bişkênê
awingî şerim
beser gonay gułda xuşî
witî şête!
ha... ew hewre çon deřwanê?
ḧeyam deçê
aram bigre ta sibeynê!
hewr gwêy lê bû
neřřey guřbin
şirîx û hořî xiste bax û
bû be terze
demew beyan
ke bałinde hat bo cêjwan
çend diłopê xwênî sûr û
sê çwar tîke leçk mabû
le ew gułe bałaberze
çirpandî be gwêy gułêkda
gułe gyan!
leçke sewzeket nextê lade
ba xunçey dem
tasey ewînim bişkênê
awingî şerim
beser gonay gułda xuşî
witî şête!
ha... ew hewre çon deřwanê?
ḧeyam deçê
aram bigre ta sibeynê!
hewr gwêy lê bû
neřřey guřbin
şirîx û hořî xiste bax û
bû be terze
demew beyan
ke bałinde hat bo cêjwan
çend diłopê xwênî sûr û
sê çwar tîke leçk mabû
le ew gułe bałaberze