jwanî kurdewarî

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  503 Dîtin
kuncêkî tarîk
dû sêberî sił
le yektir aław
be piskepisk û henasebřikê!
temennay nîgay dû çawî şeyda
kispe û xorpey dił
kiłpey ewîn û biłêsey agir
destêkî lerzok
meřmeřî sîng û
lere û tekanî dû memkołey xiř!
sirtey dû lêwî tamezroy yektir
tik tik awingî ’areqey şerim
leser peřey guł
le nakaw çirpey pêy řêbwarêk û
siłî askêk û
kołanêkî piř
le zirînge û bonî bazne û simił!