mergesat

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  786 Dîtin
desřêj eken
desřêj eken
le her lawe desřêj eken
peř û bałî kotrî tenyay endêşeye
be dem bawe sema dekat
asman qorx
zewî qełemřewî tifeng
şî’ir melêkî siłoke
her ke hêlaney becêhêşt
nazanê lem mergesate
bo kwê bifřê
pena bo kam dałde bibat.