bo kiçêkî qerec

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  715 Dîtin
kiçêkî qerecim xoş dewîst
ew řazî ewînî fêr kirdim
wek şemał
řoḧêkî azad û řeha bû
min demwîst le tekya bijîm û
be dewrya sinûrêk bikêşim
herêmî ewînî bo bikem be saman!
řojêk lay êware
gerdelûl be zebir
cařîda be gwêçkey hobeda
xêłî guł çołî ken bo befir!
min le pişt pencerey diłmewe egryam
ewîş wek xoretaw
le asoy şarewe awa bû!
îtir lew řojewe
min bûm be qerec û
ew bû be nîştiman!