wituwêj

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  440 Dîtin
berî beyanî ber lewey le beḧrî asmanewe şebeq bida duřřî hetaw
lenêw baxçeyekî sewz û geş û paraw
nergisêkî benaz û şilk û mesteçaw
be cefeng û bo behane
siławî kird le řîḧane
siław qułeřeşî cîran
bextekeşt wek xot řeşe, çak mayewe bê mişterî û bê diłdar û bê dezgîran
zemane toy kirde gep û minî kirde qîbley çawî cwan û pîran
kes nayhewêy xot gêj meke be bonî ’etir û ’ebîran
řeşeřîḧan řûy kirde ew meste çawe
jîrane wiłamî dawe
min řeşêkî dawênpak û benamûsim
bê gileyî le qismetî çarenûsim
bo min çareřeşî nîye bê dost û bê dezgîranim
çareřeşîm lewe daye, legeł î wek to cîranim
to bêperde û nezerbaz û gunehbarî
be dirêjî temenî xot her destemoy destî sûk û herzekarî
eger diłit xoşe bewey
diłřifên û şilk û nermî
minîş diłim xoşe bewey
wekû to nêwim der nekird be çawḧîzî û be bêşermî.