řûbar

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  364 Dîtin
min tinukêk awî řûbar nagořmewe be awî zemzem û ḧeyat
ew řûbarey le min bote qîbley dił û mekoy awat
ew řûbarey bonî yarî dûrî lê dê
ew řûbarey bonî pełkî řeşeřîḧane û xaşxaşkî sûrî lê dê
ew řûbarey bonî gozey gił û pence û ałqe û bazne û pawan û bermûrî lê dê
ew řûbarey dengî piře le řazî diłî ewîndar
piře le sirtey dizêtî tûle nemamî herzekar
ew řûbarey dengî yadî cêjwane û bilawêne
lenêw diłya becê mawin tałe qij û kildan û denkeşane û letke awêne
bełam daxim min û řûbar, ger dekewîne dawî şar
ew dexzête lûlekan û dexuşête bin pirdekan û let let debê û piř debê le řengawî şar
minîş lenêw hewrî dûkeł nuqim debim
çi î maşên, çi î morfîn, çi î sîgar
dême ser lêwî qanawêk be larelar
ewcar dełêm ax řûbar
xozge bew dem le dêmekey nizîk hewar
dewreyan degirtî deyan bałaçnar
xozge bewdem, to řêbaz bûy, min řêbwar
xozge bew dem, to cêjwan bûy, min ewîndar