hełbestî hełfirîw

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 2 Xulek  380 Dîtin
nîweşewêk le min wabû, lenêw lapeřey defterî şî’rekanim
polêk şî’ir wek pepûle, hełfirîn û bełênyan da ke nabnewe be nûsrawe û nayenewe ser zimanim
pirsîm axir le kê zîzin
êwe hemû bo min nazdar û azîzin
gutyan: ême wemanzanî to heta demrî diłdarî
wemanzanî to nwênerî nwałebefir û kew û kwêstan û beharî
biřo şa’îrî hîç nedîw
îzin nadeyn bimangirî yeke yeke bimanxeye ḧebsî arşîw
ême deçîne ew şwêney heta ewřo çawî kamêre neydizîbê.
ême deçîne ew şwêney
xuřey aw û dengî mel û wijey daristanekanî hîç şirîtêk neydizîbê.
ême deřoyn berew behar, kame behar?
ew beharey nekewtibête dawî şar
ême deřoyn berew behar
ew beharey legeł diłdarî herzekar
hergîz wêney nekêşabê be yadgar
ew beharey lecyatî guł piř bê le wişey nazdar
ême gişt bendey beharîn
xoman kewî ber pesarîn
xoman besteyn
xoman tarîn
xoman nwałebefir û řeşmał û hewarîn
le dû pate û le set pate û le gwêy sûkî deng hełgirî miẍnatîsî û le çawî ḧîzî kamêrekan bêzarîn
îzin nadeyn, çepik çepik, şî’rî nazdar
bibne pêxustî şepolî řadyoy piř le hat û hawar
îzin nadeyn be nexşî xetî xêç û xwar
bixrêyne gořxaney gowar.