kolkey daristan

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  318 Dîtin
şeşî mang bû, xoşewîstinit topełe befrêk bû biçûk fênkayî deda be diłî kwêstanim
dwazdey mang bû, xoşewîstît gułêk bû piř be baxçeyek, zînetêk bû le diłî beharistanim
sêzdey mang bû, ewînî tom têkeławî mey kirdibû piř be gerû
bestem degut: piř le bize lêwekanim
bełam ḧewtî gelawêj bû, ew řojey to şikandit ehd û peymanim
xoşewîstît bû be polû agirêk û kewte derûnî be janim
bilêsey agir geyşte hêlaney hełbestekanim
melî şî’ir hemû řeşî dûkełî xem le demim pol pol fiřîn û aşkira bû řazî şarawey şadî û xefetekanim
bîst û heştî axir mang bû
le dem awêk řeşeba hewałêkî pê geyandim
be yekcarî wişk hełat řîşey hemû hîwakanim
minî nemamekey dwênê le sayey gułêkî wek to ewa emřo kolkeyekî daristanim