beharî kurdistan
Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
4 Xulek
4451 Dîtin
şemał hat begałegał
hewr bûn gewał gewał
pişkût gułî geş û ał
bilbil kewte nałenał
***
be lengêze, be baran
be şinebay beharan
twanewe wek caran
kewî befrî nîsaran
***
nema mij û serma û soł
nesîxwar ma ne sehoł
terit û řijd û şîw û doł
lêy hate der gya û goł
***
deşt û çîmen řazawe
kêw û benden nexşawe
zong û çênke jyawe
gya serî pêwe nawe
***
le hewşîn û gede û lend
le kwêstanî de samrend
hełz û bîza û gyabend
têk çiřja, bote zemend
***
mendok û xaw û kema
le nerman û estema
besrwe hatne sema
weyşûme û serma nema
***
wêstawe zenguł zenguł
awing leser pelkî guł
leser çiłî sûreguł
bilbil dexwênê bekuł
***
dîsan le çya û le řazan
dê sîřey seqir û bazan
pêm xoştirin le sazan
le aheng û awazan
***
bijwêne hemû wiłat
zîndû botewe małat
cengey banemeřê hat
berew kwêstan çû xêłat
***
dîsan hat wekû caran
hewhewî şořeswaran
wîřey cilît û daran
xirmey nał û bizmaran
***
hat xirîngey zeng û qoř
luşmeluşim û hoře hoř
hoqe hoq û boře boř
ḧîley canû espî toř
***
kar û kûrî bizin û meř
lirfe lirfî lok û neř
kuřjinî espî bedfeř
gwêçkey pyawî deka keř
***
wenewşey cwanî xoşbo
hate der le lêwî co
dar derî kirduwe çiro
kerwêşkey kird genim û co
***
swêsin û beybûn û şillêr
řwawin le cêgay zenwêr
qełbezî best awhełdêr
şepołan deda estêr
***
bonî xoşî hełałe
pyaw mest deka le nwałe
wek şehîde gułałe
le xwênawa şełałe
***
girmey hewrî beharan
dê beyan û êwaran
xunawey wirde baran
teř deka gełay daran
***
ew tiropik û nişîwe
ew yał û xiř û şîwe
le gwên beheşt xemłîwe
kê mełbendî way dîwe?
***
tîreg û gewe û lapał
pêy dadra taray ał
serçawey sard û zułał
hełqułî wek zîwî qał
***
hat le řewez û zerdan
qaspey kewî ser berdan
wirtewrtî hewêrdan
dê lenaw şînawerdan
***
lekin karjîle û berxel
lekin bizin û meřî şel
ke boyan hełkewê hel
kiç û kuř deken hemzel
***
kîjołey şoxî cwan çak
şořejnî dawên pak
řûhełmaław û bê bak
deřetênin zaw û mak
***
fîtey şwan, oḧey gawan
dê le mołge û derawan
dête gwê lawkî lawan
balorey bełek çawan
***
mindał le řijd û hełdêr
ber dedenewe tawêr
şwane leser berdebêr
têy tûřanduwe le bilwêr
***
meř le goşta buwe sûr
xo hełdawên şek û kûr
gemał deken çeq û lûr
seweřyan deçê bo dûr
***
kiçî lebarî řewend
hełî kird belek û zend
kezî honyewe wek bend
kuřan degrê be kemend
***
leber derkî řeşmałan
debînî çaw kejałan
diłan deben betałan
kas deken kuř û kałan
***
lêw’ałn, dem biçûkin
xwên şîrin, řeza sûkin
kułmeyan wek gułûkin
gewre kiçin, nobûkin
***
şil û mil û lebarin
çaw bekil, gwê begwarin
desmał pûłekedarin
şede û gêl gêle larin
***
nask û nerim û nołn
xawênin, sipî û sołn
biłbasî û tund û tołn
bemjoł cergan dekołn
***
hełyan małîwe bask
baskî qełew û nask
ke deken taske task
řewektirin le ask
***
kîjî merzîng û sekirin
belencewlar řadebirin
naz deken, çaw dadegirin
kuřgel deberyan demirin
***
kabanî qoł bebazin
şengebêrî kêl gerdin
lenêw meř dên û deçin
wek polî pořan deçin
***
swêsin û wenewş û hemîn
kejê û xendan û cemîn
xasê, kewê, xatûzîn
bepol deçne meřdoşîn
***
zêřn û kaban û mêrê
danîştûn leber bêrê
estî deka hawêrê
gułê berxan dejmêrê
***
xunçe û gułûk û gewer
şem û kejał û diłber
zîn û mirot û esmer
le tawłî hatûne der
***
mamz daygirtuwe şîrî
nask dekuşê penîrî
naz deşêlê hewîrî
kałê deka nan tîrî
***
aman çote kułênê
perî meşkey dejênê
besê lorkê dekułênê
xeyał awirdûy dênê
***
hêminNasnava edebî leserexo be
nekey biçî bo hobe
dena deşkênî tobe
awir degrî wek sobe