kiçî mehabad

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  4082 Dîtin
lebarî, nazenînî, nerim û nołî, diłteřî, şadî
le çawî bed bedûr bî ey kiçî cwanî mehabadî
le cwanîda, le pakîda, nîye hawtat û nazanim
firîştey asmanî yane perwerdey perîzadî?
serî kułimit geşe herwek gułî kwêstanî kurdistan
leber bejinit debê ser danwênî xełfî şimşadî
diłî sed ’aşiqit kirde nîşaney tîrî mujganit
kiçî kurdî le tîr awîtna me’lûme ustadî
beşmişîrî dû ebrot cergî xełkî let dekey dyare
dezanî çek lekar bênî, kiçîş bî tormey madî
leswêyanit weha dêwane bûm çawmestî xwên şîrin
le qeřnî bîstema řenge řeçaw kem karî ferhadî
ewêsta to lewê dîlî desî bêganey û emnîş
le dûrî to dekêşim ře! we derd û daxî bê miradî
zemane hêminNasnava edebîy toy wêłî deşt û çoł û seḧra kird
feramoşî mefermû, carubare her bike yadî